Cenî ji bo saziya jinan Sara kampanya alikariyê da destpêkirin

08:52

JINHA


DUSSELDORF - Kampanyayê alîkariyê ji bo Navenda Jinan a SARA li rojavayê Kurdistanê Qamişlo ji aliyê Bûroya Aşitiyê a Jinê Kurd Cenî  bi daxuyaniyekî ve hate destpê kirin. Cenî “Her çiqasî di warê heremî de pêşketinan hene, dîsa jî pêwîstiyek pir mezin bi sazî û dezgehên jinan hene, yên bikarîbin rewşa jinên heremî ji bo jiyanek serbixwe û azad li ser hîmê xwe ji nû avakirinê de bibin alîkar 


Kampanyayê alîkariyê ji bo Navenda Jinan a SARA li rojavayê Kurdistanê Qamişlo ji aliyê Bûroya Aşitiyê a Jinê Kurd Cenî  bi daxuyaniyekî ve hate destpê kirin. Cenî diyar kir ku “Ji destpêka 2011’dan ve li Sûriyê şer heye. Ji destpêkê ve herêmên kurdan li Rojava rastî êrîşên çêkdarî hatin ango ji destpêkê ve bandorên neyînî yê şerê li hemberî Sûriyê li ser heremên kurdan ava kir. Di Tirmeha 2012’dan çeteyên îslama radîkal ku girêdahî Al- Qaîda ne bi berxwedan û têkoşîna gelê rojava ji heremên kurdan hatin têk birin. Lê ji havîna 2013’dan vir ve bi awayekî dijwar û dijmirovahî rastî hemû êrîşên çekdarî yên DAÎŞê ve tên, ku bi awayekî hovane gelan gund bi gund qetil kirin” 


Rewşa  jinan ji ber koçberiya bi darê zorê di vê şerê de pir xeternake


Cenî da zanîn ku “Ruxmî vê gelê Kurd xweseriya demokratîk derbasî meriyetê kir û jiyana di hindirê şer de ji nû ve zindî û rêxistin kir. Li hemû qadan ku beriya niha ji civakek feodal û paşverû pêk hat, jinan bi berxwedaniyek û têkoşînek bêhempa ji kotaya sedî 40 nûnertiyê dike, di qada ekserî de jî di yekîneyên parastina gel de jinan ji sedî 35 cîhê xwe di eniyê şer de digire. Piştî demekî kin  bi awayekî xweser yekîneyên xwe ya parastinê ava kir. Di pêvajoya ji nû ve avakirina civakê de azadiya jinê wek bingehekî sereke tê dîtin, ji lewra jî dibe hedefa sereke ya çeteyên îslama radîqal. Taybet rewşên jinan ji ber koçberiya bi darê zorê di vê şerê de pir xeternake. Li gel feqîrtiyê û bîrçîbûnê, rastî destdirêjiyê û tacîzan tê.Di hindirê şer de gelên li rojava fêhrî ji nû ve avakirina civakekî alternatîf dibin. Di warê xwe parastinê de xwe bi rêxistin dikin, ji nû ve dijîn û di nav guhertin û veguhertinan de ne”


Alikarî dê ji aliyê heyetek jinan ve bê dayin


Cenî bibirxist ku “Rola meclîs û akademiyên jinan pir mezin e, ji lewra rewşa jinan bi awayekî berbiçav pêşdetir birin. Her çiqasî di warê heremî de pêşketinan hene, dîsa jî pêwîstiyek pir mezin bi sazî û dezgehên jinan hene, yên bikarîbin rewşa jinên heremî ji bo jiyanek serbixwe û azad li ser hîmê xwe ji nû avakirinê de bibin alîkar Wek Cenî em dixwazin ji xebatên navenda jinê a SARA, ku di warê aborî û xwe fînanse kirinê de zehmetiyan dikişîne, bibin alîkar. Bi alîkariya me ya hevbeş em dixwazin Navendek bi bûroyek, aşxaneyek, odeyên perwerdehî û semîneran, odeyan zarokan û ji bo jinên ku rastî şîdetê hatin odeyek bi cîhanînê.Daxwaza navenda jinê a SARA li gel alîkariya aborî li ser bingeha parvekirina tecrûbeyên pratîkî bi rêxistinên jinên dîtir, li vir jî bi taybetî bi sazî û dezgehên jinên li bakûrê Kurdistanê. Di bihara îsal de şandeyek jinan rûxmî astengiyên li ser sînoran û şerê heyî derbasî bakûrê Kurdistanê bûn. Dîsa jî di bernameya navenda jinê a SARA parvekirina xebatên xwe bi rêxistinên jinên li Sûriyê jî heye, ger di demekî kin de derfetek bê avakirin”


Alîkariyên aborî ku ji navnîşana bankê tê şandin dê ji aliyê heyetek jinan di demekî kin de derbasî Rojava bê kirin.


Hesapên Konto: Kurdistan Hilfe e.V.


 Hamburger Sparkasse  IBAN: DE40200505501049222704 BIC: HASPDEHHXXX  Şîfre: SARA


Ji bo zaniyariyên berfirehtir: http://frauenzentrumsara.blogsport.eu/


(pk/zt)