Li Dêrsimê Roştîye Asmê tekoşîna hebûna xwe dide
09:19
Seren SEZER/JINHA
DÊRSÎM- Têkela LGBTÎ ya ku wateya wê ‘Roştiya Asmê’ di meha sibatê de li Dêrsimê hat vekirin. Girêdayî Roştiya Asmê Husrev Orgun axivî. Husrev diyar kir ku ew li Dêrsimê rastî tundiyan nehatine û ji gel bertekên erênî girtine.
Endamên LGBTÎ yê yên k udi van demên dawi de bi tekoşîna xwe hebûna xwe bi hinek kesîmên civakî dane pejirandin. Din ava van xebatên xwe de bedelên giran jî dane. Îro hebûna xwe lig elek cihan bi vekirina komeleyan û karên weke wan berdewam dikin. Endamên LGBTİ yî li Dêrsimê di 8’ê sibata 2014’an de bi daxuyaniyek ya çapemeniyê avakirina Roştiya Asmê îlan kirin. Li ser navê Roştiya Asmê Husrev Orgun girêdayî di herêmê de astengiyên ku pêre ru bir u mane axivî.
‘Em difikirin ku emê çawa xwe bi gel bidin naskirin û pejirandin’
Husrev yê ku xwendekarê pola 2’emîn ya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngiha Dêrsimê destnîşan kir kul i navendek weke Dêrsimê piranî elewî têde dijîn ew zêdetir dikarin xwe îfade bikin. Husrev anî ziman ku heta berî niha çend salan jî tu têkelên me nebûn û wiha got: “Ez bi tena serê xwebûm û tu hevalên min jî tunebûn. Bi tena serê xwe rakirina vê pir zorbû. Ev saleke ez li vêderême û di vê mijarê de minê çawan xwe bi welatiyan dabana îfadekirin min nedizanî. Ez îsal bi hevalên xwe re zêdetir nêzbûm. Min xwest ez li vê herêmê vî karî bikim. Ez difikirîm ku ezê di navendek weke Dêrsimê xwediyê sazumaniyek piranî elewî xwe çawan îfade bikim. Ev ji bom e giring bû. Di dawiyê de ez difikirim ku emê bi serkevin.”
‘Eê li Dêrsimê rastî şidetê nehatin’
Husrev da zanîn ku piştî îlankirina vekirina têkela wan rastî bertekên mezin hatin. Husrev destnîşan kir kul i gel her tiştî jî ew li Dêrsimê rastî heqaretên emzin nehatin û nebûn mexdurên şidetê. Husrev bilêv kir ku ji gel bertekên erênî girtine û her dem gel ji wî pirs pirsîne û wiha domand: “Li vêderê her dem gel dipirsin ‘komeleya w eli kuye.’ Em ne komeleyî, têkelin. Bi rastî jî ji bo avakirina komeleyê em difikirin, lê bi rastî jî di vê mijarê de helwestên gel dê çawa bin em mereq dikin. Ev 3 mehe em li vê derêne. Erê gel me di maş û çalakiyan de dibînin. Bi teyîbetî jî jin gele baş nêz dibin. Bertekên jinan başin, lê hîna hevalek me ya tirans li vêderê nîne. Dema ku hevalek me ya tirans bê li vê derê dê bertekên wan çawabe em nizanin.”
‘Gel me mereq dikin’
Husrev diyar kir ku ew amadekariyên festîfala Dêrsimê ya ku her sal tê kirin dikin. Husrev da zanîn ku dê wê demê di festîfalê de li bertekên gel binêrin û lig ora wê komeleyê vekin venekin biryar biden. Husrev balkişand ser di maha nîsanê de li Stenbolê qetilkirina yekî tirans û eleqeya gel li hemberî wan û wiha berdewam kir: “Dim aha nîsanê de hevalek yê me qetilkirin. Li Stenbolê cînayetên transan hatin kirin. Di vê mijarê de me di 21’ê nîsanê de çalakî kir. Em bi xwe nêzî 20 kesanbûn, lê di dema meşê de yên ku tevlî me bûn hebûn. Piştî meşê dema ku daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn gel kombûn. Ev gelek li xweşa meç u. Gel me mereq dikin ev kîne, ev jî tuştek xweşe.”
‘Yên ku telegon di destê wan de min dikişand’
Husrev anî ziman ku gelê Dêrsimê bertekên erênî nîşanî wan didin, lê ew bûne şahidê gelek bûyerên nerênî jî û wiha got: “Dema ku em tevlî çalakiyan dibin, li piş xwe em gotinên weke ‘xuda kesê nede şermê’ dibihîsin. Li gel vê jî rajekê em li kafeyekê runiştîne 4 polîsên sivîl wêneyê me dikişandin. Ev rewşek ewqasî rezîle kul i kîjan cihî te dibîne wêneyê te dikêşin. Ji ber vê jî gelek caran dema ku derdikevim bazarê wêneyê yên ku telefon di destê wan dene dikêşim.”
‘Em herî zêde li navendên zanîngihan nerihet dibin’
Husrev bilêv kir ku dibe dema komeleyê vekin ji gel piştevaniyê bigirin û wiha domand: “li vêderê dema ku em li wesayîtên giştî mirovan diguhêzin yan jî di kolana de dimeşin rastî bertekên xirab nayên. Bê guman rewşên xirab jî derdikevin pêşiya me û yên henegên xwe jî b ime dikin hene. Ji ber cara yekên ye tuştekî wiha dibînin, ev tuştên cudane.” Husrev di dawiyê de anî ziman ku ew herî zêde li navendên zanîngihan rastî rewşên nerênî tên.
(zt)

