‘Bila dayîk perwerdeya ziman bidin zarokên xwe’

11:22

JINHA


AMED –  Bi armanca Roja dayîkan Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê li avahiya xwe daxuyaniyî dan çapemeniyê. Ser navê dayîkan dayîka Rayîfe Ozbey daxuyanî da. Dayîka Rayîfe balkişand ser nêzbûna 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “em dixwazin hemû komele, sazî, dam û  dezgayên me giringiyê bidin zimanê xwe, despêkê di saziyên xwe de û li her deran bi kurdî bipeyîvin. Emê weke Meclisa Dayîkên Aştiyê beşdarî hemû çalakiyên 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bibin. Di dawiyê de jî em dixwazin her kes bi hestyar û beldar tevbigerin û beşdarî li çalakiyên ziman bikin.”  


Bi boneya Roja dayîkan Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê li avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hemû endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê amadebûn. Li ser navê dayîkan dayîka Rayîfe Ozbey daxuyanî da. Dayîka Rayîfe despêkê bi boneya Roja Dayîkan cejna hemû dayîkan pîroz kir. Dayîka Rayîfe diyar kir ku ew hêvîdarin tu dayîk êşa zarokên xwe nebînin. Dayîka Rayîfe di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û wiha got: “Ji ber nêzbûna 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî em dixwazin hemû komele, sazî, dam û  dezgayên me giringiyê bidin zimanê xwe, despêkê di saziyên xwe de û li her deran bi kurdî bipeyîvin. Em dixwazin her kes di vê mijarê de baldarbin. Bila hemû panqart û  dovîzên xwe bi kurdî binivîsin. Bila hemû afîş û tabletên navend û navçeyan yên bi zimanê tirkî bên rakirin û li cihên wan bi kurdî bên nivîsîn û daleqandin.”


‘Bila di mala de dayîk zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin’


Dayîka Rayîfe anî ziman ku dê ji niha û pêde zêdetir ser mijara zimanê kurdî rawestin û her dem vê li bîra her kesê bînin ji bo ku bi kurdî bipeyîvin û wiha got: “Em dixwazin tayîbetî di malan de dayîk rolên mamostahiyê bilîzin û zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Ji bo ku zarok bi çand û zimanê dayîka xwe mezin bibin rolekî mezin dikeve ser milê dayîkan. Em carekedinê bang li hemû kesî û tayîbetî jî dayîkan dikin k udi vê mijarê de hesas bin û bi baldarî tevbigerin.”


‘Em banga tevlîbûna 15’ê Gulanê li her kesê dikin’


Di dawiyê de Dayîka Rayîfe ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Ziman banga tevlîbûn û xwedî derketinê li her kesê kir û wiha domand: “Em ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bang li her kesê dikin ku tevlî çalakiyên zimanê kurdî bibin. Emê weke Meclisa Dayîkên Aştiyê beşdarî hemû çalakiyên 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bibin. Di dawiyê de jî em dixwazin her kes bi hestyar û beldar tevbigerin û beşdarî li çalakiyên ziman bikin.”


(dc/zt)