‘Em ne ‘gul’ hestiyê zarokên xwe dixwazin'

13:36

Sarya Gozuoglu - Bêrîtan Elyakût/ JINHA


AMED – Ji ber berdewambûna şerê li herêmê her guleyek êşek û her êşek jî bi xwe re tiravmayek yên ku dilê mirovan parçe dike bûye rastiyek. Bi salane çavên dayîkan li gorên komîne û bi hesreta dîtina hesreta zarokên xwe dijîn. Weke her salê îsal jî dayîkên kurd li ser erdnîgariya xwe bi xemgînî Roja Dayîkan pêşewazî dikin. Dayîkan gotin diyariya herî mezin ji bom e hestiyên zarokên mene û gotin: “Heta hebûna mezarê zarokên me jî ji bom e xelateke. Em vê êşê jî weke xelat dipejirînin.”


Li Tirkiyê bi boneya Roja Dayîkan pîrozbahiyên cihêreng tên kirin. Li herêmê jî dayîk bi kul û kederê xwe ve rondikan dibarînin û xemgîniya xwe bihev re par dikin. Li gel van hemû kiryarên tundiya ser wan jî cardin peyîva aştî ji ser lêvên wan kêmnabe. Li tevahiya cîhanê ji bo dayîkekê jiyankirina êşa zaroka wê ji bo wê cehneme, lê dayîkên kurd din ava cehnemê de jî bi hêviya cenetê dijîn. Dayîk tenê hestiyên zarokên xwe û darezandina qatîlên wan dixwazin. Li gel vê êşa giran cardin dayîk di her gavê de hêvî dikin ku tu dayîk vê êşê nebînin. Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Emîne Denîz Roja Dayîkan nirxand. Emîne diyar kir ku ew bi salane hesreta zarokên wê di Roja Dayîkan de gulekê bidin wê, lê her dem ji bo zarokên xwe rijandina rondikan bi wê maye.


‘Dayîkên kurdan bi hesreta dîtina hestiyên zarokên xwe dijîn’


Emîne da zanîn kul i Tirkiyê zarok ji bo dayîkên xwe diyariyan digirin, roja dayîka xwe pîroz dikin û dayîkên wan jî wan hembêz dikin û wiha got: “Em dayîkên kurd jî li serê çiyayan hestiyê zarokên xwe digerin. Wê rojê jî weke hemû rojan em li peyî hestiyên zarokên xwe û darezandina qatîlên wan digerin. Heta hestiyê zarokên me jî me kêfxweş dike. Em hestiyê zarokên xwe jî nabînin û cardin jî aştiyê dixwazin. Em  naxwazin ne dayîkên kurdan û ne jî yên tirkan bigirîn.” Dayîka Emîne bang li Emîne Erdohan kir û wiha domand: “Zarokên wê ji bo wê diyariyan digire di roja dayîkan de. Lê ew nabêje dayîkên kurdan bi hesreta dîtina hestiyên zarokên xwene. Li Roboskiyê 34 bîşengên ciwan parçe kirin. Wêneyê lawê wê de dastê wê de li ser bezar ber kêla lawê wê destê wê girtin û birin avêtin girtîgihê kes vê nabîne.


‘Emê roja dayîkan pîroz nekin’


Emîne roja dayîkan li dayîkên kurdan û hemû dayîkên cîhanê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Ez li vêderê bang li hemû dayîkên tirkan dikim. Bila destên xwe bidin me û em bi hev re aştiyê bînin vî welatî. Dibe ku dema cenazeyên zarokên me tên ew ji bom e nagirîn. Lê dema ku cenazeyê zarokên wan tên em herî kêm bi qasî wan digirîn.” Emîne belkişand ser rewşa Rojava û got: “Tu gunehê wan zarokan nîne. Çawan tên qetilirin em ser înternetê dibînin. Em aştiyê ji bo çar parçeyên Kurdistanê dixwazin.” Emîne diyar kir ku heta dawî li vê şidet û zilmê neyê ew pîrozkirina roja dayîkan naxwazin û wiha got: “Ji bom e dê roja dayîkan çawan bê pîrozkirin. Zarokên min yek şehîde, yek li çiyaye, yek di girtîgihêdeye… Di rewşek bi vî awayî de ezê roja dayîkan çawan pîroz bikim.”


‘Em dayîk agirê azadyêne’


Dayîka Nevriye Kaçan jî diyar kir kul i gel ev bi salane dayîkên kurd êşê dikêşin û zarokên xwe winda dikin cardin jî aştiyê dixwazin û alîgirê aştiyêne û wiha got: “Heger dewlet wateya aştî û azadiyê nezanin bila bên ji tekoşîna me mînakan bigirin. Em li peyî azadiya xwe diçin û em dayîk agirê azadiyêne.” Dayîka Nevriye xwest k udi serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû zarokên wan yên di girtîgihan de azadbibin û wiha domand: “Zarokên me yên di girtîgihan de ne mirovên ji rêzêne. Ew hemû mirovên perwerdekirîne. Em azadiya wan û aştiyek mayînde dixwazin.” Nevriye bibîr xist ku zarokên li çiyan ango PKK yî jî zarokên dayîkanin û wiha berdewam kir: “Em hêvîdarin ku bi avabûna aştiyek meyînde dê gerilla jî vegerin gel dayîkên xwe.”


‘Hikumet ji bo aştiyê tu gavan navêje’


Nevriye anî ziman ku hikmet ji bo aştiyê gavan navêje û got: “Di pêvajoya aştiyê de jî li hemû çiyayên Kurdistanê qereqolan çêdikin. Ma dewlet ji xuda natirse? Êdî bese.”


‘Dayîka berfo ji hesreta zarokê xwe mir’


Nevriye axaftina xwe wiha domand: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li gel şehîd, Serokatî ya xwe û zarokên xwe bin. Em di serî de azadiya girtiyên nexweş û hemû girtiyan dixwazin. Bi hezaran dayîk bi salane zarokên wan windane û li hestiyên zarokên xwe digerin. Dayîk bi hesreta dîtina hestiyên zarokên xwe dijîn. Dayîka Berfo jî ji hesreta dîtina hestiyên lawê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayîka Berfo ne bi tenêye. Gelek dayîkên weke dayîka Berfo li hestiyên zarokên xwe û darezandina qatîlên wan digerin.”


‘Dîtina mezarê zarokên me ji bom e diyariye’


Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya bi navê “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darezandin” ya ku her hefte tê kirin de çîroka Dîlber Bulut ya ku her hefte beşdarî vê çalakiyê deber jî hemanbûye. Dîlber diyar kir k udi sala 1994’an de li gundê wan operasonek çêbû û di encamê de hevserê wê, mam û biraziyên wê wendabûn û hîna li peyî hestiyên wan digere û wiha berdewam kir: “Ev 20 salin em li wendayên xwe digerin. Heta niha me ne hestiyên wendayên xwe û ne jî qatîlên wan dîtin. Ji ber yên kiryar kirine xwe li kiryarên xwe nakin xwedî. Emê çawan hestiyên wendayên xwe bînin em jî nizanin. Di her dema lêdana derî de em dibêjin dibeku yên agahiya dîtina hestiyên me bidin mene. Em dixwazin êşa dayîkan bidawîbibe. Êşa kum e kişand em naxwaizin tu dayîkên dinê bikêşin. Ji ber vê jî em ji bo aştiyê duayan dikin.”


Dîlber di dawiyê de anî ziman k udi roja dayîkan de xelata herî mezin ji bo wan dîtina hestiyê zarokên wanin û got: “Hebûna mezarê zarokên me jî ji bom e xelateke. Em vê êşê jî weke xelatekê dibînin.”


(zt)