Li Şirnexê îstismara zarokan!

14:55

JINHA


ŞIRNEX - Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 8 salî B.K. ji aliyê ciwanê 28 salî H.G. ve rastî tecawizê hat. Piştî 2 şahidan rewşa B.K' vegot, polîsan B.K. binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. 

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh zarokê 8 salî B.K. li taxa Nûrê ya Cizîrê rastî tecawiza ciwanê 28 sali H.G. hat. Ciwanê 28 Salî H.G. bi maşîneya xwe hat cem M.Y (8), M.Ş.D. (8) û B.K (8) bang li zarokan kir ku alîkariyê wî bikin. H.G, zarokên bi navê M.Y û M.Ş.D û B.K. li mamîneya xwe suyar kirin û birin gundê Hoserê. H.G. piştî M.Y, û M.Ş.D. li gundê Hoserê danî B.K. bi xwe re bir û ji gund dur ket. Hat îdîakirin ku H.G tecawizî B.K kiriye. B.K diyar kir ku jibo ew vê rastiyê ji kesî re nebêje rastî gefê H.G, hatiye. B.K. anî ziman ku piştî rastî tecawizê hat dîsa vegeriya cem hevalê xwe û bûyer ji hevalên xwe re got û piştre bi hevre vegeriyan Cizîrê. B.K. û 2 hevalên xew hatin Cizîrê û bûyer ji polîsan re vegotin. Li ser gotina zarokan polîsan H.G binçav kirin û birin midûriyeta polîsan Polîsan piştî qeydê dîmenên MOBESSE lêkolîn kir xwe gîhandin H.G û ew binçav kirin. Polîsan piştî H.G binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizirê. Piştî bûyerê xizmên zarokan û welatî hatin ber deriyê Midûriyeta Polîsan kombûn û bûyer şermezağr kirin. Li hemberî berteka welatiyan polîsan H.G, bi dizî ji midûriyeta polîsan derxist û birin cihekî din. 

Hat zanîn ku hêj lêpirsîna H.G didome û bertekên li hemberî bûyerê jî zêde dibin. 


Jêder: DÎHA


(zt)