Jina ciwan Cayşîrî di bukaniya xwe de hat qetilkirin
16:25
JINHA
HINDISTAN - Li Hindistanê keça ciwan Cayşîrî Namdyo di dema bûkaniya xwe de ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.
Li Hindistanê jina ciwan bi kincên bukaniyê hat kuştin. Jina ciwan Cayşîrî Namdyo ya 29 salî û bijîşk ji mêrekê hes dikir û amadekariyên daweta xwe dikirin. Daweta xwe li salonek ya dawetê dikirin. Pismamê Cayşîrî Enrwag Sîng jî ji wê hes dikir. Lê wê ji pismamê xwe hesnedikir. Wê ji wî mêrê pêre dizewicî hesdikir. Lê pismamê wê Enrwag Sîng bi israr di xwest bi zorê Cayşîrî bi wî re bizewice. Di dema dawetê de pismamê cayşîrî Enrwang jî weke wênevanekê dikeve hindirê salona dawetê. Lê dema ku dikeve hindir ji ber berê de ji dotmama xwe hesdikir, tehmûl nekir ku dotmama xwe bi kincên bukaniyê li kêleka mêrekdinê bibîne. Di wê navberê de guleyek li keçmama xwe xist û bi giranî birîndar kir. Dema ku Cayşîrî rakirin nexweşxanê li gel hemû mudaxeleyan jî bijîşkan nekarîn canê wê vegerînin.
Piştî ku Enrwag Sîng guleyek li dotmama xwe Cayşîrî da û ew kuşt paşê jî hewil da xwe bikuje. Lê welatiyan mudaxele kirin û nehêlan ew xwe bikuje heta polîs hatin. Dema ku polîs hatin Enrwag Sîng girtin binçavan wî di îfadeya xwe de diyar kir ku berê wî û dotmama xwe ji hev heskirine, lê di dawiyê de dotmama wî îxanet li wî kiriye. Lê di rastiyê de hat zanîn ku tuştek wiha nîne. Tenê wî û dotmama xwe bi hev re xwendine.
Hat zanîn ku zava ji nava buyerê bi selametî derketiye.
(zt)

