CENÎ Revandina jinên Şengalê şermezar kir
16:58
JINHA
DUSSELDORF - Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ, revandina 4 jinên Kurd ên Êzidî li Şengalê weke "helwesteke li derveyî mirovahiyê" bi nav kir û bi zimanekî tund şermezar kir.
Di êrîşa çend roj berê ya koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li Şengalê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 jinên ciwan ên Kurdên Êzidî hatibûn revandin. Buroya Aştiyê ya Jina Kurd - CENÎ ku navenda wê li Almanyayê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ev bûyer şermezar kir û bûyera qewimî weke helwestek li dijî mirovahiyê bi nav kir.
‘Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de li çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd ên li her devera cîhanê bi şiyara "bi jina azad ber bi neteweya demokratîk" li dijî her şêweyên feraseta paşverû û statukoparêz di nava têkoşînê de ne.
‘Êrîşa li Şengalê jî parçeyek ji êrîşên çeteyane’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xweranegirtinek li hemberî olên li Mezopotamyayê tê jiyîn û hat gotin, "Di serî de li Rojava, di bin êrîşên çeteyên Îslamî yên li hemberî jinên Kurd de, ev zîhniyet heye. Êrîşa li Şengalê jî parçeyek ji vê ye."
‘Li Hewlêr desdirêjiya li zarokekê jî parçeyek ji êrîşên çeteyene’
Di daxuyaniya CENÎ de hat destnîşankirin ku destdirêjiya mamosteyekî li Hewlêrê li hemberî zarokeke ji Rojava jî berhema heman ferasetê ye û di serî de jinên Kurdistanî yên ji Başûr bang li tevahiya gel hat kirin ku li hemberî çanda destavêtina jinê hestyar bin û têkoşînê bidin meşandin.
(zt)

