‘Me heskirin û alaya te dewir girt’

17:57

JINHA


BEDLÎS- Hozan Mizgîn ya k udi nava tekoşîna netewiya gelê kurd de xwediyê cihekî giringe di 22 saliya salvegera şihadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranîna ji aliyê Navenda Çandê ya Nuda ya Wanê ve hat amadekirin de wiha hat gotin: “Me heskirina te û alaya te dewir girt. Êdî bi sed hezaran jin di bedena xwe de dilê te hilgirtine. Niha jî weke di berê de, emê bibin layêqê jiyan û çalakiyên te.”


Di 11 Gulana sala 1992’an de di malek ya gundek yê navçeya Tatwanê ya Bedlîsê de çember li Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ya PKK yî girtin û di hindirê malê de qetilkirin. Ji aliyê Navenda Çandê ya Nuda ya Wanê ve ji bo Hozan Mizgîn bîranînek hat amadekirin û li ser gora wê ya li goristana Tetwanêye het bibîranîn. Di bîranîne dê li gel endamên navendê endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê û MEYA-DER jî din av de gelek kes amadebûn. Di bîranînê de li ser goristanê wêneyê Mizgîn yê derdora wê bi gulan hatî nexişandin û wêneyê  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Li ser goristanê bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê nemirên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Paşê jî ser navê Navenda Çandê ya Nuda ya Wanê Emîne Aksoy nirxandinek li ser jiyana Mizgîn kir.


‘Mizgîn pêşenga tekoşîna azadiyêbû’  


Emîne diyar kir ku Mizgîn pêşenga tekoşîna jinan bû û wiha got: “Heval Mizgîn di temenê xweyê biçuk de nakokiyên ku dihatin jiyankirin didît. Ji ber hêrsa mezin ya ku nedikarî di hindirê xwe di bihewîne ji dijmin ne ditirsa. Weke mînakek ya fedekarî û cesaretê her dem di refên pêş de cihê xwe girtiye. Her kesên ku li Mizgîn rasthatine bê guman jê bandorbûne. Herî zêde jî ve teyîbetiyên wê jin bandor kirine. Her cihê ku çuyê despêkê demê xwe ji bo jinan veqetandiye. Li her derê jî girêdana xweya bi tekoşîn û azadiya jinê ve di anî ziman.”


‘Êşa civakî mîna qêrînekê li ser zimanan digeriya’


Emîne destnîşan kir ku Hozan Mizgîn li gel tekoşîna azadiya jinan xwediyê kesayetek û tayîbetiyên şoreşgerî û hunerî jî bû. Emîne balkirşand ser di wan deman de bê derfetiyên ku Hozan Mizgîn jiyan kirî, li gel wan jî pêşdebirina aliyê xweyê huerî û wiha domand: “Bi dengê xwe yê bandorker û hestiyar êşên civakê mîna qêrînekê ser zimanan digerand û li guhan belav dikir. Bi sitranên xwe baweriya bi rêxistinê re dida zanîn, bi wan gotinên helbestî gotin û kirin hevdigirtin û awayek nû qazanc dikir.”


‘Bi sed hezaran jin dilê te di bedena xwe de diveşêrin’


Emîne bilêvkir ku Hozan Mizgîn bi tekoşîn û jiyana xwe bûye ronahiyek ji bo jinên kurd û wiha berdewam kir: “Em li vêderê bi navê hemû jinên kurd dibêjin ku; me heskirin û alaya te dewir girt. Bi sede hezaran jin dilê te di bedenên xwe de hilgirtîne. Îro jî weke di demboriyê de emê bibin layêqê ked, jiyan û çalakiyên te.”


Bîranîn li ser gora Hozan Mizgîn bi sitirangotinê bidawîbû.


 (zt)