Redhack: Me xwest nîşan bidin ku Artêşa Mele têkneçûyî nîne

15:04

 


JINHA


AMED – Hate aşkerakirin ku sedema TTNET demeke dirêj nikaribû xizmeta înternetê bide, çalakiyên koma Hacka Sor (Redhack) in. Redhack, têkildarî armanca çalakiyên xwe got ku “Me xwest ku em nîşanî gelê xwe bidin ku Meleyê Pensîlvanyayê û artêşa wî ne kesên ku ‘mirov nikaribe têk bibe’ û ‘di her tiştî de serdes e’ û em dibêjin ‘wêrekî’ lazim e.”


 


Şevê din TTNET' ê demeke dirêj nikaribû xizmeta înternetê bide. Hate aşkerakirin ku sedema vê yekê, çalakiyên koma Hacka Sor (Redhack) in. Di 27’ê nîsana 2012’an de, li hemberî malperên înternetê yên di serî de TTNET’ê, her wiha malperên saziyên wekî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Wezareta Dadê, Dadgeha Bilind û çend saziyên din ên dewletê hene, ji aliyê komên RedHack, Anonymous, DGVirus, AnarcyCrew ve êrîş hatin lidarxistin. Redhack’ê di daxuyaniya xwe de got "Di van êrîşan de malperên saziyên girîng ên wekî Emniyet û Wezareta Dadê jî di nav de gelek saziyan, ji aliyê malbata Anonymous ve hatin têkbirin. Rayedarên TÎB’ê, dîtin ku çareseriyek nabînin, derketinên derveyê welêt bigirin.” Redhack’ê da zanîn ku êrîş ji aliyê 4 komên cuda ve hatine lidarxistin, bêyî ku ji cihên navendî yên TTNET'ê re DDOS bê şandin, rasterast ketine navê, li ser vê yekê jî, TTNET'ê ji bo ku xwe ji êrîşan biparêze, xizmeta înternetê ragihandiye.


Redhack’ê armanca çalakiyên xwe wiha aşkera kir:


- 7 ciwanên ku yek ji wan 17 salî ye, Playstation û chat wekî delîl hatine nîşandan û hatine girtin. Ev 7 ciwanên ku tu têkiliya wan bi çalakiyên Redhackê re tuneye, divê tavilê bên berdan. Bi muameleya “rêxistina terorê” ku li Redhack'ê tê kirin û Interpolê bi pey wê dixin, nikarin Redhack'ê bêzar bikin. Her wiha em dipirsin ka ‘Ger ku em li vir bin, yên ku we girtine kî ne?’


- Em dixwazin ku ji hundir ve piştgiriyê bidin dostên me yên di nav Anonymous'ê de ne û piştgiriyê didin me. Em dixwazin nîşan bidin ku ji ber piştevaniya Anonymous'ê kêfxweşiya xwe nîşan bidin.


- Em dixwazin balê bikşînin ser Hikûmeta AKP’ê û waliyê wê ku mezinatiya her kesî dike û em hewl didin banga piştevaniya bi karkeran re bikin.


- Em dixwazin TTNET’a ku bikarhêneran bi kotaya adilane û hwd dixapîne û bi pêkanînên wekî înterneta ‘hêza kêm’ ji bo dewlemendan înterneta baş peyda dike, lê keda xizanan dixwe û înterneta hêdî dide wan, protesto bikin.


- Me xwest ku em nîşanî gelê xwe bidin ku Meleyê Pensîlvanyayê û artêşa wî ne kesên ku ‘mirov nikaribe têk bibe’ û ‘di her tiştî de serdes e’ û em dibêjin ‘wêrekî’ lazim e.


- Me xwest ku em ji xwe re kêf bikin.


(hp/xo)