Hozan Mizgîn dengê ronîkirina jinên kurde

08:25

Mizgin Tabu-Seren Sezer/JINHA


BEDLÎS- Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ya k udi tekoşîna natewiya gelê kurd de xwediyê cihekî giring, di salvegera şihadeta xwe de ji aliyê jinên kurd ve hat bîranîn. Hozan Mizgîn bi tekoşîna xwe hîna pêşengiya jinên kurd dike. Besteyên sitiranên wê çêkirine hîna tên gotin û guhdarkirin. Hevala Hozan Mizgîn ya salên 1990’an Perîhan Çaçan girêdayî jiyana wê wiha axivî: “Heval Mizgîn hem hunermend, hem gerîlla, hem dayîk û hem jî hevalbû.”


Di 11 Gulana sala 1992’an de di malek ya gundek yê navçeya Tatwanê ya Bedlîsê de çember li Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ya PKK yî girtin û di hindirê malê de qetilkirin. Li gel ku bi salane ew bi fîzîkî na jî jî lê ji bo jinên kurd bûye ronehiyek. Di temenek biçuk de di tekoşîna netewiya gelê kurd de bedel daye. Di demên herî zor de jî huner xwe berdewam kiriye û din ava hunera kurdî de cihekî giring girtiye. Di dema bîranîna wê de jinên kurd qala jiyan, tekoşîna wê kirin.


‘Bi saya wê min rêxistin naskir’


Perîhan Çaçan ya ku di salên 1990’î de li gel Hozan Mizgîn din ava tekoşînê de cîh girtî qala nasîna xwe ya li gel wê kir û wiha got: “Bi rastî jî Heval Mizgîn hem hunermend, hem gerîlla, hem dayîk û hem jî hevalbû. Çî tayîbetiyên erênî hebûn hemû di wê de kombûbûn. Di dema yekem me hev naskirî de min ne dizanî ew Hozan Mizgîne. Dema ku hat gund hevalên min ji bom in gotin ew Hozan Mizgîne. Me bi hev re rojên gelek xweş derbas kirin.”


‘Me soz da ku em li peyî şopa wê bimeşin’


 Perîhan diyar kir ku berî Hozan Mizgîn bê qetilkirin hefteyekê hat gund gel wan, wê demê ew gelek nexweşbû û wiha domand: “Heta hat gel me din ava berfê de meşiyabû. Di lingê wê de sol nebû. Dema k udi nava berfê de li rêyek dirêj hatiye sol ji lingê wê ketiye lê ferq nekiriye. Mirovek gelek binirx û tekoşerbû. Ji ber min wê naskir ez gelek şananzim. Nihal i peyî wê bi hezaran jin hene. Dema kum in ew naskir, ez jinek tenêbûm lê niha em bi hezaranin. Me sozda ku emê li peyî şopa wê bimeşin. Ez bi rêzdarî Şehîd Mizgîn û hemû şehîdên tekoşînê bibîrtînim û berjan xwe li ber wan ditewînim. Ji ber mine w naskir ez mirovek gelek bi şansim.


‘Cesareta Mizgîn ji bo hemû jinên kurd bûye mînak’


Perîhan bîranînek xwe ya li gel Hozan Mizgîn wiha anî ziman: “Ez û Hozan Mizgîn emê rojekê bi hev re çubana Bidlîsê. Me xwe ji venêrînên rê diparast. Lêgerîna me hebû. Di dema lêgerînên rê de minê gotibana ‘Mizgîn keça mine, nexweşe ezê bibim nexweşxanê.’ Serê xwe da ber sînga min û min jî ew himbêz kir. Dema lêgerînê hat, min jî nasnameya xwe derxist. Di nasnameyê de temenê Mizgîn ji yê min mezintirbû. Bi awayekê em li lêgerînê re derbasbûn. Lê dema kum e ev pilan kir em gelek keniyan. Wê rojê ji bo baş derbas bibe etekek kin li xwe kiribû. Dema ku ew kinc li xwe kir l imin vegeriya û got: ‘Heval ezê wiha bi kincên pergalê çawan derkevim.’ Min pirsî gelo din ava van kincan de rojekê pergal te birire tu dê çî bikê? Mizgîn li min vegerî û got: ‘Ezê xwe îmha bikim.’ Weke gotina xwe kir, ji bo nekeve destê wan bi xwe xwe şewitand. Bi vê cesareta xwe bû mînak ji bo jinên kurd.”


‘Hozan Mizgîn gelek bi biryar û jîrbû’


Dayîka Aştiyê Hanîfe Kaçak jî diyar kir ku Hozan Mizgîn  gelek bi cesaret û jîrbû û wiha got: “Hozan Mizgîn di giyana şoreş û tekoşînê debû. Em Hozan Mizgîn û hemû şehîdên tekoşînê bibîrtînin. Ew ne mirine di dilê me de dijîn. Bila çavên we vekirî nibin û giyana we şadbe, em sozê didin we emê tekoşîna we berdewam bikin û di şopa we de bimeşin.”


‘Em bi saya şehîdên xwe hatine vê astê’


Xebatkara Navenda Çandê ya Nuda ya Wanê Çîçek Orgen jî da zanîn k udi tekoşîne jinên kurd ya niha de rola Hozan Mizgîn geleke. Çîçek balkişand ser beste û sitiranên Hozan Mizgîn û wiha domand: “Pêşengên tekoşîna jinan ya niha Hozan Mizgîn û jinên din yên mîna wê tekoşer û bi wê tekoşeriya xwe bê tirs bi cesaretek mezin canê xwe fedakirine. Hemû şehîndên me yên weke Zîlan, Bêrîtan, Delîla û Nuda pêşengî ji bom e kirine. Em bi saya şehîndên xwe hatine vê astê. Emê tucarî şehîdên xwe ji bîr nakin, ji xwe nayên ji bîrkirin.”


‘Di dema cenazeyê Mizgîn de bi hezaran kes hebûn’


Naîme Guzel ya ku şahidî ji dema definkirina cenazeyê Hozan Mizgîn re kirî jî destnîşan kir ku di dema definkirina cenazeyê Hozan Mizgîn de bi hezaran kesî ew li ser destan birin heta goristanê. Hozan Mizgîn kedek gelek mezin li Tatwanê kiribû û wiha berdewam kir: “Tucarî Şehîd Mizgîn nayê ji bîrkirin. Emê tucarî wan ji bîr nekin û her dem rêya wan berdewam bikin. Heta ji destê me bê emê di rêya ku wan hêlaye de bimişin û tekoşîna wan berdewam bikin.


 (zt)