Kovara Hawar û pêşdeçuna zimanê kurdî
08:33
ŞÊRÎN HISO/JINHA
AMED –Di 15’ê Gulana sala 1932’an de yekem kovara kurdî Hawar bi tîpên latînî hatiye derxistin. Bi vê boneyê ji sala 2006’an ve 15' ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Her sal nêzî 3 hezar şagirt tevlî perwerdeyên zimanê kurdi yên KURDÎ-DER’ê dibin. Di sala nû ya xwendinê de dê li Qamişlo di 65 dibistanên bajêr û gundên derdorê de perwrdeya zimanê Kurdî bêdayîn.
Kovara HAWAR di 15’ê Gulana sala 1932’an de ji aliyê wêjevanê Kurd Celadet Elî Bedirxan ve li bajarê Şamê hatiye derxistin. Kovara Hawar yekem kovara kurdi ya ku bi tîpên latînî haiye nivîsîne. Hejmarên kovarê yên despêkê piranî li ser wêje û çanda kurdîbûn. Bi wê boneyê ji sala 2006’an ve 15' ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejirandin. Her sal nêzî hefteyekê bi çalakiyên cihêreng Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Li Tirkiyê û herêmê navendên zimanê kurdî
Li herêmê û tevahiya Tirkiyê, avakirina sazî û navendên pêşxistin û lêkolîna ser zimanê kurdî di salên dawî de gihaye astek bilind. Şaxa Amedê ya Navenda lêkolîn û pêşvebirina zimanê kurdî (KURDÎ -DER) di sala 2006’an de ava bûye. Li tevahiya heremê bi giştî nêzî 30 şaxên KURDÎ-DER hene . Komeleyeke fermî ye. Komele bi xwe meteryalên xwe yên perwerdê amade dike. Din ava navnetewî de koneferansan li dar dixin. KURDÎ-DER dest bi xebatên lêkolîn û fêrkirina zimanê kurdî ji sala 2006’an heya îro karek serkeftî kiriye. Her sal nêzî 3 hezar şagirt tevlî perwerdên zimanê kurdi yên KURDÎ-DER’ê dibin.
Xebatên SZK’ê li her 3 kantonên Rojava
Kar û barên xebatên zimanê kurdî li Rojava ji aliyê Saziya zimanê Kurdî (SZK)’ê ve tê meşandin. Li Rojava SZK di sala 2007’an de ji aliyê komek mamosteyên welatparêz ve hate avakirin û xebatên xwe jî bi veşartî birêve dibirin. Ev xebatên ku heta Adara 2011’an, ango heta destpêkirina şoreşa gel a Sûriyê dom kirin û bingehê dibistanên zimanê kurdî ava kir. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re pêkutiyên rejîma Baas jî kêm bûn. Lewre ji bo xebatên ziman jî derfet zêde bûn. SZK’ê despêkê li 65 dibistanên gund, navçe û navenda Qamişlo despêkir.
Li 70 gund, navend û navçeyên Rojava perwerdeya kurdî tê dayîn
Li kantona Kobanê jî SZK xebatê xwe yê perwerdê didomîne. li navenda bajêr û 70 gundan xebatên perwerdeya Zimanê Kurdî heye. Navenda SZK`ê li Kobanê di çarçova amadekariyên vekirina dibistanan de amadekariyên lidarxistina konferansekê dike. Li rojavayê kurdistanê ji aliyê saziya zimanê Kurdî ve dibistanên ku perwerdehiyê bi zimanê kurdî didin tên vekirin û ev jî weke pêngavek ya temamkirina projeya Xweseriya Demokratîke. li bajarê Efrînê 14 dibistanên kurdî hatine vekirin. Di sala nû ya xwendinê de dê li Qamişlo di 65 dibistanên bajêr û gundên derdorê de perwrdeya zimanê Kurdî bêdayîn. Li nêzî 70 gundên Rojava û Rohilatê Kobanê jî komîtya rêvebir ji 4 kesan pêk tê kar û barên perwerdeya zimanê Kurdî birêve dibin.
Li Rojava di çar astan de perwerde te dayîn
Li dibistanên navenda bajêr perwerde li ser 4 astan tê dayîn. Di asta yekemîn de xwendekar hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî. Di asta duyemîn de li kêleka xwendin û nivîsandinê derbarê hevoksaziyê de perwerde tê dayîn. Di asta sêyemîn de waneyên dîroka Kurdî û di asta çaremîn de jî dîroka zimanê kurdî têne dayin. Şaxên SZK li her 3 Kantonên rojavayê kurdistanê, li bajarên wekî Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Serêkaniyê, Hesekê, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Tirbespiyê sazîbûna xwe pêk anî.
(şh/zt)

