‘Emê êdî li hemberî van kirinan bêdeng nemînin’
09:30
JINHA
HEWLÊR - Hevseroka Parta Çareseriya Demokrata Kurdistan`ê (PÇDK) Necîbe Omer pêşniyarek pêşkêşîk hemû aliyên kurdan kir, lê ji derveyî PDK’ê.
Hevseroka Parta Çareseriya Demokrata Kurdistan`ê (PÇDK) Necîbe Omer pêşniyarek pêşkêşî hemû aliyên Kurdan ji bilî Partî Demokrata Kurdistan`ê (PDK) kir. Necîbe diyar kir ku her roja diçe PDK li ser sînor bandora xwe ya nerênî zêdetir dike, hem jî li Herêma Federala Kurdistanê bi tayîbetî jî li bajarên weke Hewlêr û duhokê henegê xwe bi partiya wan dikin. Necîbe da zanîn ku welatiyê bi navê Ehmed Rêkanî ji ber ku kurê wî tevlî nava tekoşînê bûye, ew girtine bin çavan û kes nizane niha li kuye û wiha got: “Kirinên ku PDK li Herêma Federala Kurdistanê li hemberî endamên me dikin, li aliyên dinê welat partiyên pergalê hemberî kurdan dikinin. Ji ber wê jî nabe em êdî bêdeng bimînin li hemberî van kirinan.”
Necîbe anî ziman ku ew pêşniyanrekê pêşkêşî partiyên dinê yên kurdan dikin û wiha domand: “Ez bang li aliyên dinê yên kurdan yên weke Partiya Niştîmaniya Kurdistan (YNK), Tevgera Goran û aliyên Îslamî dikim kul i hemberî van kirinên weke girtin û wendakirina endamên me şiyar bin. Heta niha me li hemberî van kirinan gelek bêhna xwe fereh kir. Lê êdî nabe ev kirinane êdî ji aliyê me ve nayên pejirandin.”
(zt)

