Leyla Qasim sembola raperîn û berxwedanê …

11:08

Gulşen Koçuk / JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Leyla Qasim jina kurd ya tekoşer ku navê xwe bi raperîn û heskirina azadiyê nexişkiriye. Leyla 40 sal berê wiha dibêje: “Min derdebikin, lê vê jî bizanin ku dê li peyî darvekirina min bi hezaran kurd şiyar bibin...”Leyla bi tekoşîna xweya nimûneyî yekem jina kurd ya hatî dardekirine. Tekoşîna netewiya kurdan û tekoşîna jinên kurd li Leyla xwedî derdikevin û wate didin gotinên wê. Li gel ku 40 sal derbas bûye jî hîna Leyla bi cesaret û tekoşîna xwe li ser zimanan digere…


Leyla Qasim di dîrokê de yek ji jinên berxwedanvane. Di dîroka raperîn û cesaretê de jina yekem tê hişê mirovane. Li Herêma Federala Kurdistanê bûye sembola berxwedana li hemberî rejîma baase. Leyla di sala 1952’an de li Kerkukê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dibistana seretayî û navîn li wê qedandiye. Li tevahî Herêma Federala Kurdistanê û tayîbetî jî derdora bajarê Xaneqîn ji aliyê rejîma baas ve polîtîkaya ereb bûyînê dihat meşandin. Li hemberî van kirinan ji neçarî Leyla li gel malbata xwe koçî payîtexta Îraqê Bexdayê dike. Leyla li Bexdayê beşa civaknasiyê dixwîne. Di temenê xwe yê 20 saliyê de li zanîngiyê tevlî nava Rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ê dibe. Leyla din ava YXK’ê de weke endamek zindî dixebite. Di dema êrîşên rejîma baas li ser kurdan de bêdeng nemaye. Fikiriye çalakiyek çawan li hemberî van êrîşan bike.


Li hemberî baasê tevlî nava refên tekoşîna xwendekaran dibe


Di dema êrîşên rejîma Îraqê ser Herêma Federala Kurdistanê de Liyla Qasim tevlî nava pêşmergeyan dibe. Rejîma Îraqê Qeledizê bombebaran dikir. Di dema bombebarnê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Paşê jî heman rejîmê Helepçe bombebaran kir û ew bombebaran bû sedema qetilkirina gelek welatiyan. Di despêka sala 1974’an de rejîma baas li hemberî kurdan şer îlan kir. Di wê navberê de Leyla kete nava lêgera kirina çalakiyekê. Leyla revandina balefirê pêşniyar dike û ji bo kirina çalakiyê jî xwe pêşniyar dike. Lê di dema despêka çalakiyê de Leyla û hevalên xwe ji aliyê rejîma baas ve tên girtin.


‘Bi qetilkirina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin’


Di nîsana sala 1974’an de Leyla li gel hevalên xwe hat girtin. Leyla di îskenceyên giran re derbasbû. Lê qet ji parastina nasnameya xwe ya netewî û jin bûnê gav paş de ne avêt. Piştî ku Leyla li gel hevalên xwe di îskenceyak giran re derbas bûn û paşê di dadgihek formalîte de hatin dadgeh kirin. Di encama dadgihê de biryara dadrdekirina wan hat dayîn. Gotinên ku li ber darê sêdarê Leyla gotî di ser de 40 sal derbasbûn jî hîna li ser zimanan digerin û têne watekirin. Hinek gotinên wê wihane: “Min darvebikin, lê vê jî bizanin ku dê li peyî qetilkirina min bi hezaran kurd şiyar bibin. Ji berk u ez di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim gelek serbilind û şanazim...”


Di roja 13’ê Gulana sala 1974’an de bi xwendina sîroda “Ey Reqîb” diçe ber sêdarê. Bi kevneşopiya wê ya tekoşînê hîna tekoşîna kurdan ya netewî û tekoşîna jinên kurd li ser wê mîrasê berdewam dike. Di dîrokê de Leyla Qasim yekem jina kurd ya tê dardekirine. Leyla bi helwesta  xwe ji bo tekoşîna jinan ya li peyî xwe bûye çavkaniya cesaret û îlham girtinê.


Di dîrokê de jî Şîrîn Elemhulî jina duyem ya kurd ku ji aliyê rejîmê Îranê ve bi helwest û cesaretek mezin çuye ber darê sêdarê.


 (zt)