Îslamiyet li giyana rojbûna xwe digeriya ANALÎZ…
12:13
JINHA
AMED –Serdestan Îslamiyet ji xeta edaletê, wekheviyê û azadiyê derxist kir robotê heft serî. Despêkê Seriyek derket jin xwar, seriyekî ciwan xwar, seriyekî ziman xwarin, seriyekî nasname û netew xwarin, seriyekî zarok xwar, seriyekî xwazayî xwar, seriyekî bawerî xwar. Çawa jin bindest bû, qetil bû û dema jin îdam dibe bi navê islamiyetê berê tecawuz dibe piştre îdam dibe?
Demek dirêje li rojhilata navîn lêgera edaletê despêkiriye. Li gelek welatan bi serhildanan, meş û şermezarkirinê ev lêger didome. Lê tu kes û tevgeran nikaribû bi manîfestoyekê bang bikira. Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî salekê ye Kongra Îslama Demokratîk pêşniyaz kiribû. Di serê sibeya 10’ê Gulanê de li ser pêşniyara Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan û organîzeya KCD’ê li Amedê kongreyê despêkir. Salona kongreyê destê sibê bi cil û bergên heremî, netewî, bawerî tevdigeriya. Kelecaneke cûda diherikî. Hin kesan xwe binbar didît, hin kesan jî berpirsiyar. Jinan jî hesabê bindestiyê dipirsîn. Lê peyama Birêz Abdullah Ocalan hewayek da salonê ku hemû kes ketin lêgera giyana rojbûna İslamiyetê. Yek bi yek ji xwe dipirsîn wekî Birêz Abdullah Ocalan gotî. Çima tu kes heta îro nefikirî ku em bawerî islamiyetê bûn. Me piştre İslamiyet kir robotê heft serî em yek bi yekî xwarin dan û jin bi me hemûyan xwarindan. İslamiyet li benda Birêz Abdullah Ocalan bû.
Hunê çend salan jinê di cehenimê de bişewitînin
Piştî peyamê êdî kî rabû ger ku baweriyek ji riya armanca rojbûna xwe derkeve çawa dibe efterê heft serî tehrîf kir. Jinan rexnedikir; we soz û baweriya xwe li ser secdê dihişt. Wekî demokrasi di devê derî de bimîne. Bi sed salane nerkotikê, faizê, fuhuşê, taciz û tecawuzê, kapitalima modern civak û ehlak talan kirê Hun bi şopa têlek porê jinê ketin ku hunê çend salan jinê di cehenimê de bişewitînin.
Di kuranê de jin û zilam wekhev e
Di islamiyetê de hemû bewerî tên qebûlkirin û bi darê zorê bê jî (qetliama ermeni, êzîdî, suryanî…)1500 salin tu kesî baweriya xwe neguhertiye. Çawa yên ku ne mislimanin me qetil kir û me got emê biçin cinnetê? Ji bo ku em bêdeng bûn em bindest bûn. Bi rihê Elî û bi hemdemiya Huseyni û selahatinê me li ber xwe neda
Di kuranê de jin û zilam wekhev e. 23 caran kelima jin-zilam bi hev re hatiye bikar anînin ne yek kêm ne jî zêde. Çawa jin bindest bû, qetil bû û dema jin îdam dibe bi navê islamiyetê berê tecawuz dibe piştre îdam dibe? Ev hovitî çawa ket nava islamiyetê û îro li Rojava mal û jinên kurdan helal dibe hemû İslamiyet lê tamaşe dike?
Serdestan İslamiyet kir robotê heft serî
Serdestan Îslamiyet ji xeta edaletê, wekheviyê û azadiyê derxist kir robotê heft serî. Despêkê Seriyek derket jin xwar, seriyekî ciwan xwar, seriyekî ziman xwarin, seriyekî nasname û netew xwarin, seriyekî zarok xwar, seriyekî xwazayî xwar, seriyekî bawerî xwar. Ev ecêba bi serê rojhilata nevîn de hat. Navê vê ecêbê çiye wekî di kapitalizme de Adolf hitler, mossolini, franco lê ne hewe.
Dîsa Birêz Abdullah Ocalan got ‘ev faşizma islamiyetê’ ye.
Hemû kes şaş bibûn zilaman xwe rexne dikir. Çareserî çi ye? Dîsa birêz Abdullah Ocalan di zindana imraliyê de bi tene serê xwe jin û kurd çawa ji bin erdê derxist wesika Medineyê ji bin erde derxist. İslamiyet bi islamiyeta demokratîk sere rast dibe.
İslamiyet ji nava aloziyên taliniyê û qetilkirina jinê derket. Êdî bi şer û kuştinê tu kes îkna nabe. Hemû bawerî û nasname xwe naskiribûn kes nikarê bawerî nasnama tu kesê biguherê wesîka Medineyê peymana mirovahiyê ye. Li gorî paymanê li medineyê hemû bawerî û nasneme bi zamane xwe rêvebir bibin. Salona konferansê got belê mimkune Rojava minaka herî pratik e. Şoreşa jinê û hemû bawerî û nasname ne.
Kongre di dema ku li Nijeryayê 200 jinên ciwan revandin, li Rojava êrîşî ser jinan û gel, li îran, İrak û tirkiyeyê taciz û tecawuz li ser jinan û zarokan êdî bi asayî dibû di hat darxistin. Wate ya kongre giringtir bû İslamiyet li giyana rojbûna xwe vegeriya.
Kongre diyarî Mele Abdullah Timokê bû û gotineke mele wiha hat bibîr anînin: “Her çendî ku hûn jinan di paş perdeyên reş de veşêrin jî, dê rojekê jin cinazê jinan bi ser bilindayî bidin ser mile xwe.” Bi rastî jî gotina wî rast derket cinaze yê Sara, Ronahî û Leyla jinan da ser milê xwe û îslama faşîst ya ji cewherê xwe derketî şermezar kirin.
(ag/zt)

