Di cîhanê de Qurana herî mezin li Afganîstanêye

13:24

JINHA


AFGANÎSTAN - Di cîhanê de Qurana herî mezin li Afganîstanê bi destê Mehemed Sabir hat amadekirin.


Di cîhanê de Qurana herî mezin li Afganîstanêye. 5 salan Mehemed Sabir ser wê Quranê xebitiye û weke Qurana herî mezin di cîhanê de pêşkêş kir. Mehemed ew xebata xwe di sala 2012’an de bidawî kiriye. Dirêjiya wê bi qasî 2 metre û 28 santîme, pehnayî jî bi qasî yek metre û 55 santîme. Giraniya wê bi qasî 500 kg.


Bi vî awayî Qurana ji aliyê Mehemed Sabirê Afganî ve hatî amadekirin weke Qurana di cîhanê de herî mezin û giran tê dîtin.


(zt)