Li Cizîrê ‘îstismara zayendî’ bi meşekê hat protestokirin

15:02

JINHA


ŞERNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya revandina 3 zarokan û yek ji wan jî medurê îstismara zayendî hatiyî meşek hat li darxistin. Bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn û xwestin sucdarên îstismarê bi cezayê giran bên cezakirin.


Bi boneya revandina 3 zarokan û yek ji wan jî rastî îstismara zayendî hatî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşek hat li darxistin. Welatiyên navçeyê bertek nîşanî bûyerê dan û ji ber avahiya BDP’ê ya navçeyê dest bi meşê kirin. Girstye gel ya ku Serokê BDP’a navçeyê Ehmed Çeter jî din av de dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Bila dawî li îstismara zayendiya zarokan bê û cezayê muebetê bê dayîna sucdarên îstismara zayendî” û dovîzên weke “Li zarokên Ciziriyan xwedîderkevin” û “Mêr tecawîzê dikin, dewlet jî diparêzin” hatin vekirin. Welatî ber bi cedeya Orhan Dogan ve ketin rê. Di meşê de dem dem duruşmên weke “Li zarokên cizîrê xwedîderkevin” û “Ji tecawîzê re na” hatin bilind kirin.


Dema ku girseyê xwest daxuyanî bidin rastî mudaxeleyê hatin


Dema ku girse gihişt ber avahiya Ediliye ya Cizîrê polîsan pêşî li wan girtin. Polîsan ne pejirandin li wê girse daxuyanî bidin çapemeniyê. Di wê navberê de polîsan bi avaşid û bombeyên plastîk mudaxeleyî girsê kirin. Di dema mudaxeleyê de rêveberê BDP’ê bertek nîşanî bûyerê dan. Li ber Ediliyeya Cizîrê Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zehîde ya Şaredariya Şirnexê Ayfer Şahîn daxuyanî da û got: “Di van demê dawî de tacîz û tecawîza ser zarokan zêdebûye. Jin û zarok rastî şideta herî hovane tên. Mafê mirovan yên herî xwezayî tune tên hesibandin. Hemû kirinên dermirovane rewa tên dîtin.” Ayfer da zanîn ku divê sucdarên îstismarê bi cezayên herî giran bên cezakirin.


Li peyî daxuyaniyê girseyê bi 5 deqeyan çalakiya runiştinê dawî li meşa xwe anîn.


(zt)