Li Siwêrekê zaroka 14 salî hat tecawîzkirin!
15:27
JINHA
RIHA -Li navçeya Sêwerekê ya Rihaê zaroka bi navê Z.Î. ya ku ji ber şîdeta jinbav xwe hat û reviya rastî tecawiza 4 zilaman hat.
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê M.Î. (23), M.T. (21), Ş.Ç. (19) û F.T. (43) ên ku çend roj berê îstîsmara zayendî li dijî zaroka bi navê Z.Î. ya 14 salî pêk anîn ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Sêwerekê ve hatin girtin. Bûyera îstîsmarê ya piştî zaroka keç li kolanê ma û li polîs geriya derket holê, îfadeyên zarokê di bin çavdêriya psîkolog ve ji aliyê Dozgeriya Komarê ve hatin girtin. Zarokê diyar kir ku hêj yek salî bû dayîka wê jiyana xwe ji dest da û jinbava wê şîdet li hemberî wê pêk dianî. Z.Î., anî ziman ku sêşemiya borî jî jinbava wê şîdet li dijî wê pêk anî û ji malê reviya û rastî îstîsmara zayendî ya zilamên nasî û xwe spartî wan hat. Z.Î., di îfadeyên xwe de anî ziman ku 4 zilaman bi wê re têkilî danîn tecawiz li wê kirin û wan zilaman bi sozên evîn û zewicînê ew xapandin û navên kod bikaranîn. Z.Î, navên kesên li dijî wê îstîsmara zayendî pêk anîn ên rast nedizanin û polîs li ser îfadeyên li cihê lê rastî îstîsmara zayendî hat kafeya li navçeyê de girt û xwediyê kafeyê F.T. di 9'ê gulanê de binçavkirin û sewqaî Edliyeya Sêwerekê kir. F.T. ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Sêwerekê ve bi sûcdariya "Li hemberî zarok îstîsmara zayendî ya şênber" pêkaniye hate giritn.
Polîsan navên kesên di îfadeyên Z.Î. de derbas dibin di îfadeyên F.T. de zelal kirin û M.Î., M.T. û Ş.Ç. hatin binçavkirin û di 10'ê gulanê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li Dozgeriya Komarê ya Sêwerekê bi daxwaz girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Her 3 kes bi sûcdariya "Li hemberî zarok îstîsmara zayendî ya şênber" hatin girtin.
Ji parêzer parastina erjeng
Parêzerê bersûcan Ferît Bayram di parastina kir de diyar kir ku îfadeyên mexdurê razber in, heke têkîliyekî hebe li ser esasê dildariyê çêbûye, tu qestî tuneye û dibe ku temenê mexdurê mezin bibe û xwest ku muwekîlên wi serbest bênberdan.
(zt)
