‘Heger jiyan kiribana dê ji bo azadiya Rojava têbikoşaya’
19:03
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Şoreşgerê navdarê cîhanê Ch Gîvara Elyada Gîvara diyar kir ku bavê wê di nivîsek ya xwe de qala Kurdan kiriye. Elyada da zanîn ku heger niha bavê wê jiyankiribana ewê di nava refên şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê dibûya û got: : “Heger niha bavê min jiyan kiribana dê din ava refên YPG’ê yên şoteşgerên Rojava de cih girtibana û ji bo azadiya wî gelî hewl dabana. Çawan de dema xwe de çek bo azadiya Kobayê hilgirt. Îro jî wê alîkariya Kurdên Rojava bikraya.”
Elyada Gîvara keça kesayetiyê şoreşger û azadîxwaz yê Arjantînê “Ernesto Ch Gîvara” wiha behsa rewşa niha ya rojhilata navîn û sefera bavê xwe bo welatên rojhilata navîn dike:“Bavê min di sefereke xwe de bo rojhilata navîn serdana welatê Misrê, Filistîn, Lubnanê û Sûriyê kiriye û demekê li gel kesayetiyên şoreşger û xelkê wê navçeyê goftûgo û hevdîtinên xwe hebûye.”
‘Dê ji bo azadiya gelê Rojava tekoşîn kiribana’
Elyada dibêje: “Bavê min çûye navçeyên Kurd lêdijîn yên weke sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) û di bîranînê xwe yên nivîskî de weke welatek ciwan wesf kiriye. Bavê min li Rojavayê Kurdistanê gelek malbatên kurd nasdikir. Di nivîsên xwe de kurdên li wê dijîn weke mirovên mêvanperwer û dilovan binav kiriye.” Elyada anî ziman ku ew di wê baweriyêdene heger niha bavê wê jiyan kiribana dê îro nava refên têkoşerên Kurdan debaye û wiha got: “Heger niha bavê min jiyan kiribana dê din ava refên YPG’ê yên şoteşgerên Rojava de cih girtibana û ji bo azadiya wî gelî hewl dabana. Çawan de dema xwe de çek bo azadiya Kobayê hilgirt. Îro jî wê alîkariya Kurdên Rojava bikraya.”
Elyada di dawiya axaftina xwe de aştî û aramî weke metekî mezin wesif kir û daxwaz ji Kurdan kir ji bo gihêştina aştiyê hewl bidin.
(zt)

