‘Gelek bi hebûna zimanê xwe heye’
09:40
JINHA
AMED - Bi boneya 15’gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xwendekarên zimanê kurdî nêrînên xwe anîn ziman. Xwendekaran gotin: “Zarokên kurdan dema ku dest bi dibistanê dikin nikarin bi tirkî bi axifin lê dema xwendinê de dikevin ber çerxa bişaftinê. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me hebûna me ye.”
Di 15’ê Gulana sala 1932’an de yekem kovara kurdî Hawar bi tîpên latînî hatiye derxistin. Bi vê boneyê ji sala 2006’an ve 15' ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Her sal nêzî 3 hezar şagirt tevlî perwerdeyên zimanê kurdi yên KURDÎ-DER’ê dibin. Xwendekaran di aliyê perwerde ya xwe ya kurdî û Cejna Zimanê Kurdî de wiha gotin: “Îro derfetê pêşxistina ziman di aliyê rojname, kovar, ferheng û xebatên ser zimanê kurdî de hane. Daxweza me ewe zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li her derê bê xebitandin.”
‘Heger ziman tune be mirov jî tune dibe’
Feraye Okçer hem Mamosteya zimanê Îngilîzî ye û hem jî li KURDÎ-DER’ê mamostaya zimanê kurdi ye . Feraye diyar kir ku ji her kesê tê xwestin xwedî li zimanê xwe derkeve û wiha got: “ Ji ber ku ez li KURDÎ- DER’ê waneyên zimanê Kurdî didim ez gelek kêfxweşim . Ez karê xwe gelkî pîroz dibînim. Zarokên kurdan dema ku dest bi dibistanê dikin nikarin bi tirkî bi axifin lê dema xwendinê de dikevin ber çerxa bişaftinê. Di wan deman de zarok ji ziman û çanda xwe dur dikevin. Ji bo mirovan ziman hebûn û nasnameye. Heger ziman tune be mirov jî tune dibe. “ Feraye Roja Cejna Ziman li her kesê pîrpz kir û wiha doman: “ 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê pîroz dikim . Di vê roja watedar de dibêjim; dive em li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me hebûna me ye.”
‘Em dixwezin zimanê Kurdî bibe zimanekî fêrmî’
Xwendekara Znîngeha Dicleyê Fatma Dêrik jî da zanîn ku bişaftina ser gelê kurd, zimanê Kurdî divê êdî biqede û wiha axifî: “ Heta îro ev bişaftin ser me hatî kirin em ji zimanê xwe hatin durxistin. Gelek bi hebûna zimanê xwe heye. Divê gelê kurd êdî di vana liyan de hişyar bin. Îro derfetê pêşxistina ziman di aliyê rojname, kovar, ferheng û xebatên ser zimanê kurdî de hane. Daxweza me ewe zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li her derê bê xebitandin.”
‘Hînbûna zimanê min kêfxweşiyekê dide min’
Xwendekara KURDÎ-DER’ê Nazlîxan Rewşenbîr jî anî ziman ku daxaziya wê ji zaroktiya wê de ew bû fêrî zimanê kurdî bibe û wiha pêde çû: “Di zarokatiya xwe de min di xwe de kêmasiyek mezin didît ji berk u min zanî bû ez kurdim û min zimanê xwe nedizanî. Piştî ku temenê min bû 20 sal min ji nû ve dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kir. ji min re kêfxweşiyek mezine ku ezê cejna zimanê kurdî îsal bi kurdî pîroz bikim.”
‘Ez dixwazim zarokên xwe hînî zimanê xwe bikim’ |
Cemîle Yildirim ya 55 salî tevlî li Navenda Jinan ya Cerenê tevlî waneyên zimanê kurdî dibe. Cemîle diyar kir ku bandora zimanê di malbê de tê bi kar anîn ser deroniya zarokan pire û wiha bi lêv kir: " Heger mirov bi gelek zimanan zanibe tiştekî baş e. Lê divê ku em kurd bi zimanê xwe biaxifin. piştî ku zarokên min mezin bûn min xwest ez zarokên xwe jî hînî zimanê xwe bikim. Ji ber wê jî tevlî waneyên zimanê kurdî bûm . ciwanên me li me xwedî derdikevin û dema xwe bi me re derbas dikin. Me fêrî nivîs û xwendina Kurdî dikin.” Cemîle anî ziman ku ew dixwaze her kes li zimanê xwe xwedîderkevin û wiha berdewam kir: “ Banga min ji bo hemû dayikên kurd ewe ku bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxifin. zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanê dayikê perwerdehiyê nabînin ev dibe sedem ku dûrî zimanê xwe yê dayikê bibin û zehmetiyê bikşînin. Divê dayik li çand,mal, ziman û dîroka xwe xwedî derkevin. Ez Cejna zimanê kurdî li hemû gelê kurd pîroz dikim."
‘Hebûna zimanê kurdî hebûna gelê kurd e’
Sultan Ancar jî dayîka 5 zarokane û li Amedê dijî. Sultan jî girêdayî zimanê kurdî wiha axivî: " Ez cejna zimanê kurdî li gelê kurd piroz dikim. baweriya min heye ku gelê kurd dê xwedî li zimanê xwe derkeve. ji ber ku ez vê heviyê di çavên ciwana de dibînim. pêşveçûna merov bi zimanê merov pêk tê. Hebûna zimanê kurdî hebûna gelê kurd e."
(şh/zt)

