‘Ez bi çavên jinan li pirsgirêkên civakî dinêrim’

09:55

JINHA


AMED - Nadîn Mûsa yekemîn jine li Libnanê dibe namzata serokatiya hikûmetê.  Parêzer û xebatkara saziyên civaka sîvîl  Nadîn Mûsa  li Zanîngeha Sorbonne  xwendiye. Nedîn got:  ‘Gelê ez ji  bo wan têkoşînê dikim  pirsgirêkên  wan yên jinan û civakî hene. Ez bi çavên jinan li van pirsgirêkên civakî dinerim.’


Libnan di 22’ê Mijdara sala 1943’an de ji bin destê Fransa derketiye û giyaye serxwebûna xwe. Ji dema serxwebûna wê heta niha 12 serokên mêr li peyî hev serokatiya wê kirine. Di dîroka Libnanê de cara yekeme jinek xwe ji bo serokatiya wê pêşniyar dike. Jina parêzer Nedîn Musa ya di gelek saziyên civakî de cîh girtiye vê carê jî xwe ji bo peyîwirek wiha pêşniyar dike. Parêzer Nadîn Seroka Komeleya Pişgiriya Xebatên dijî Nelirêtiyê ya Libnanêye. Li Zanîngeha Sorbonne  xwendiye.  Ew weke jinek xebatê xwe bi serkeftî birêve dibe. Ji derveyî wan Nadîn di gelek komîte û komeleyan de cîh girtiye. Nedîn wiha dibêje: “Ji bo em karibin bêjin hikûmet temsîla civak û her kesî dike divê jin jî têde aktîv be û roleke hevpar bi mêr re di civakê de bilîze.”


‘Divê rastiya pergalê bê zanîn’


Derbarê progremên helbijartinê de Nadîn Mûsa wiah got:“Dema ku hilbijartî di karên xwe de cih digrin divê baş zanibin ew ji bo xizmeta gel li wêne. Divê rastiya pergalê bê zanîn ji bo ku ew xwe weke ji esmanan daketine redê xwe ser keda gel nedin jiyankirin. Çawa parêzer parastina maf û berjewendiyê gel dike divê pêşengên tên hilbijartin jî bi vî awayî ji bo gelê xwe bixebite. Divê ferqê nexin nava kesan û kesîmên civakî.”


‘Divê êdî mêr din ava civakê de xwe weke endamê bingehîn nebîne’


Nadîn destnîşan kir ku ew dixweze temsîla gelê Libnanê rast û bê cudahî bê kirin. Nedîn anî ziman ku divê êdî jin di civaka Libnanê de xwe girêdayî nebînin û wiha got: “Civaka Erebî bi tevahî û taybet jî gelê Libnanê mêr  tenê  xwe têde aktîf dibîne. Ev nêrîna şaş hiştiye heya roja îro civaka ereb şûndemayî bimîne. Ji bo em karibin bêjin hikûmet temsîla civak û her kesî dike divê jin jî têde aktîv be û roleke hevpar bi mêr re di civakê de bileyze.”


Divê bi destê jinan pirsgirêkên wan bên çareserkirin’


Nadîn bilêv kir ku ewê wek  jinek têkoşînê bike da ku mafê jinê yên wendayî  bi dest bixe û wiha  domand: “  pirsgirêkên jina  divê bi destê jina bê çareserkirn . Di gava me ya yekemîn de emê her zagonên ku mafê jinan kêm dide nepejirînin. Ji bo parastina jinan û kêmkirina tundiya malabatan ser jinan bi xebitin.”


(şh/zt)