Çîrokên veşartî yên ‘Bûkên Suriyeyê’

11:58

 


Mizgîn Tabu – Zehra Dogan / JINHA


ŞIRNEX - Zehra, Beyan, Necih, Hanîf û Fatma li gundê Derbaciya Cizîra Şirnexê dijîn.  Her 5 jin çîroka jiyana jinên Suriye û Tirkiyeyê tînin ziman. Çîroka ‘Bûkên Zarok ên Suriyê’… Bi navê qelenê zarok di temêne biçûk de tên firotin. Lê di nava civakê de li şûna firotinê, hatin zewicandin tê gotin. Hej di temenê biçûk de xewn û xeyalên zarokan tê dizîn.


Ji ber feraseta feodaliteyî malbat her tim li pêy zarokên kur in, li gorî zîhniyeta serdest a mêr malbat nifşên xwe bi zarokên kur didomînin. Li herêm û Tirkiyeyê jî heman feraset li pêş e. Bi taybetî jî çîrokên ‘Bûkên Suriyeyê’… Mêr, ji bo bibin xwedî zarokên kur berê xwe didin Sûriyê û bi navê qelenê zarok di temêne biçûk de tên firotin.  Di zarokatiya xwe de zarok tîne dinê û bi zarokên xwe re mezin dibe…


Gundê Derbaciya Cizîra Şirnexê 20 bûkên ku li Suriyê hatine hene. JINHA, çîrokên Zehra, Beyan, Necih, Hanîf û Fatma guhdar kir.


Bi navê qelenê tên firotin


Şerê ku li Suriyeyê pêk tê bi taybetî bandorê li ser jinê dike. Gelek malbat ji bo şer rizgar bibin berê xwe didin Tirkiyeyê. Debara malê, bêkarbûn û xwedî kirina zarokan hwd, dibe fikara herî mezin a malbatan. Lê pirsgirêka herî mezin, zewicandina di temene biçûk de ye. Gelek malbat bê fikar zarokên xwe bi taybetî yên keç di temenê biçûk de bi navê zewaca bi qelen tên firotin.


‘Êdî weger nîn bû’


Heft sale Zehra Yenerak dawet kiriye û çû ser hewiyê. Dayika 3 zarokan Zehra, li xaniyeke durê gund bê pace û hêj xilasnebûyê de jiyana xwe didomîne. Zehra kurê apê xwe re zewici. Zehra jî nedixwest wekî hewî biçe lê ji ber ku kurê apê wê bû zewacê qebûl kir. Piştî 7 salan bi 3 zarokên xwe re di xaniyeke cuda de dest bi jiyanek nû kir. Zehra hemû hewcedariyên xwe di odeyekê de pêk tîne. Zehra niha jî ji bo zarokên xwe vî jiyanê qebûl dike. Zehra, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xwe ya niha û da zanîn ku niha tenê ji bo zarokên xwe dijî. Zehra serê zaroka xwe yê biçûk a di nava dergûşê de misdide û di serê her hevokê de ji zaroka xwe lêborînê dixwaze. Zehra, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez niha bi zarokên xwe re di odeyek biçûk de dijîm. Avahiyeke bê destavxane, bê serşok… Êvaran hevserê min nayê malê. Gelek caran şev li derve deng tê li ber guhê min. Ez gelek ditirsim lê tiştek destê min nayê û heya serê sibê ez bi vê tirsê dijîm. Hevserê min nahelê ez derkevin nava gund. Sibê heta êvarê li malê, bi zarokên xwe re me. Ez di cîhaneke cûda de dijîm. Hevserê min, gelek min meztir e. Çûyina ser hewiyê şikandina rûmetê ye. Dema her du jin ji bo mêrek şer dike, ev dem mirin çêtire. Hevserê min ji bo kêyfa xwe zewaca duyem kir.”


Zehra dema zewici biçûk bû, jiyanê fêm nedikir û wiha qala çîroka xwe kir: “Ez zarok bûm û min tiştek fêm nedikir, ji min re gotin bizewice ez jî zewicim. Dema ez hatim Tirkiyeyê û hefteyek derbas bû min fêm kir. Lê êdî weger nîn bû.”


‘Ji bo xizaniyê rizgar bibe…’


Beyan Muhammed jî wekî jinên din bibû bûka gundê Derbaciya Cizîra Şirnexê. Ji ber ku kurd bû nasnameya wan li Suriyê nîn bû. Li ser erdnegariya xwe biyanî bûn. Piştî şer dest pê kir nasname hat dayîn. Beyan, hêj biçûk bû dayika wê jiyana xwe ji dest da û bavê wê carek din zewici. Jiyana Beyanê di nava xizaniyê de derbas bû. Beyan ji bo xizaniyê rizgar bibe zewici û berê xwe da Tirkiyeyê. Lê ji bo Beyanê di navbera jiyana li Suriyê û Tirkiyeyê cûdabûnek nîn bû. Beyan, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji ber rewşa aborî û feraseta derdorê êdî weger nîn bû. Ji bo min jiyana li ser axa xwe bi qimet e.”


‘Hewîtî şkandina rûmetê ye’


Necih Mungan jî wekî jinên din, bi nasnameya ‘Bûkên Suriyeyê’ tê nasîn. Necih jî bi salan li hemberî zext û zordariyê li ser piyan maye û wiha axivî: “Piştî gelek salan min zanî ku dema mirov dibe hevsera duyem, cîhana mirovan xirab dibe û rûmeta mirovan dişke.”


Hanîf Mungan 18 salî ye û 2 zarokên wê hene. Hanîf bi eslê xwe erebe û di 15 saliya xwe de zewiciye. Jiyana Hanîfeyê jî di odeyeke de derbas dibe. Hanîf li dijî jiyana li Suriyê berê xwe da Tirkiyeyê. Lê niha tu hêviyên Hanîfeyê ji bo pêşerojê nîne.


‘Ne pêkane ku ez biçim mala dayika xwe’


Dayika 5 zarokan Fatma Erol, aliyek jiyana ku niha dijî û aliyek jî malbata xwe ya ku di  nava şer de mayî difikire. Fatma, wiha jiyana xwe şîrove kir: “Ez xeribim, xeribî wî welatî me… Ez biyanî me… Ez pir diqehirim û hêrsdibim, gelo çima malbat destûra zewaca min da. Niha jî ez dixwazim biçim mala dayika xwe. Lê ne pêkane ku ez biçim.”


Hin jinên gundê Derbaciyê hebûn ku ji ber tirsa hevserên xwe neaxifin û hinek jî veşartî nêrînên xwe anîn ziman. Lê gelek jin hene ku divê çîrokên wan bê guhdarkirin. Ev tabloya ku derketî holê ji ber serdestiya zîhniyeta mêr pêk tê. Me gelek çîrok li pêy xwe hişt û bi dilek xemgin em ji gund derketin.


Wêne: Mizgîn Tabu


Dîmen: Zehra Dogan


(zd/la)