‘Dê rojek bê jin cenazeyê jinan bidin ser milê xwe bibin…'
12:35
Asya TEKİN-Zehra DOGAN/JINHA
AMED – Kongireya Îslama Demokratîk ya kul i Amedê hat li darxistin atfî Mele Evdilayê Timopî hat kirin. Neviya Mele Evdila Şîmel Begîk wiha qala kalikê xwe dike: “Bapîrê min digot: ‘Hun her di bin perdeyên reş ve jinan veşêrin. Dê rojek bê jin cenazeyê jinan bidin ser milê xwe û bibin goristanê. Wêdemê gengaze ku mirov qala azadiya kurdan bike.’ Di dema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, dema ku cenazeyê wan hetin Amedê bi hezaran jinan ew li ser milê xwe kirin û birin goristanê. Ev mînakek ji gotina kalikêmine. Dê azadiya gelê kurd bi tekoşîna van jinên berxwedanvan çêbibe.”
Di dîroka gelê kurd de Mele Evdilayê Timoqî xwediyê cihekî giringe. Ji ber wê jî Kongireya Îslama Demokratîk ya kul i Amedê hat li darxistin atfî Mele Evdilayê Timoqî hat kirin. Di dîroka îslamê de carayekeme kongireyak ya civaka sivîl ya îslama demokratîk çêdibe. Bi vê wesîleyê Kongireya Îslama Demokratîk îmza avêt binê bûyerek dîrokî di dîroka îslamê de. Mele Evdila ji bo ciwanên kurd yên di hatin sirgunkirin wiha gotiye: “Tucarî dest ji olî xwe bernedin. Heger hun dev ji olî xwe bardin, dê dijminê web i olê w eli we bixe û bî wî awayî we tune bike. Dê qirêj bike û bike pergala siyasetê. Ji ber vê jî tucarî ji kombûnên îslamî dur nemînin.” Li ser pêşiniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera 10 û 11’ê Gulanê de li Amedê Kongireya Îslama Demokratîk hat li darxistin. Kongireyê bi tevlîbûna bi hezaran alimên îslamê despêkir. Ji delegeyan neviya Mele Evdilayê Tîmoqî salên kalikê xwe yên ji tekoşînê dagirtî ji JINHA yê re vegot.
‘Kalikê min li gel welatiyan cihdigirt’
Şîmel diyar kir k udi dîroka gelê kurd de kalikê wê xwediyê cihekî giringe û wiha got: “Ji bo tekoşîna gelê kurd bi salan kalikê min li hemberî dewletê tekoşîn da û weke ‘endamê rêxistine’ dihat dîtin. Bi awayê kalikê min ‘meleyê rêxistinê ye’ dihat sucdarkirin. Lê di rastiyê de kalikê min lig ora şertên îslamê bi biratî jiyan kirinê li gel gelê xwe cîh girtiye.” Mele Evdila li cihên weke Êlih, Farqîn û Hazroyê meletî kiriye. Şîmel da zanîn ku kalikê wê di mizgeftan de rastiya gelê kurd hesreta xwe ya ji bo welatê xwe ji gel re vegotiye û wiha domand: “Di navbera salên 1957 û 1985’an de kalikê min li Qabîlcewz a Êlihê di aliyê ciwan ji ol durnekevin û rastiya welatê xwe bizanin de kar kiriye. Kalikê min di ferqêdebû ol di destê dewletê, sofî, şêx û meleyên ne rast de dikeve çî halî. Dixwest ol ji kirina aletek yê siyasetê rizgar bike.”
‘Di derbarê wî de bi hezaran doz hatin vekirin’
Şîmel axaftina xwe wiha domand: “Kalikê min neket bin bandor û bişaftina dewletê. Kalikê min zanî ku cewherê xwe yê pak yê kurdîtiyê biparêze. Her çiqasî gelek caran kalikê min girtin binçavan jî, lê kalikê min tucarî nehat lîstokên wan. Heta dawiyê bê sekin ji bo hişmendîkirina gel li hemberî bişaftin û mêtîngeriyê xebitî. Ji ber van xebatên xwe cardin de sala 1971’an de di derbarê wî de doz hat vekirin. Lê kalikê min êdî din ava gel de xwe veşartin tercîh kir, ji bo nekeve dest xwe di nava gel de bicîh kir û veşart. Kalikê min 9 mehan din ava gel de veşartî ma. Lê piştî 9 mehan cihê wî hat zanîn, hat girtin û ji doza siyasî hat darzandin. Lê ji ber kêmbûna delîlan kalikê min ji derve dihat darezandin.”
‘Xeyalê kalikê min hatin cîh’
Şîmel anî ziman k udi derbeya 12’ê Îlonê de cardin kalikê wê hatiye girtin û demekê li girtîgihê maye û wiha berdewam kir: “Dema ku derdikeve vê carê jî çalakiyên çekdadriyên Hêza Rizgariya Kurdistanê (KKB) yê dibihîse. Dît ku ew kurdistanek serbixwe dixwazin. Bi vê hilmendiyê zêdetir xwe û gel pêşdebir.” Şîmel destnîşan kir ku di sala 1985’an de cardin di encama gilîkirinekê de di ser mala kalikê min de girtin, lê bi tesadufen ew ne li malbû, dema ku dibihîse ji bo nekeve destê wan diçe Herêma Federala Kurdistanê û wiha pêde çu: “Kalikê min li Başur û Rojava cardin tekoşîna xwe ya netewî berdewam kir. Kalikê min her dem ji bo ciwanan wiha digot: ‘Tucarî dest ji olî xwe bernedin. Heger hun dev ji olî xwe bardin, dê dijminê web i olê w eli we bixe û bî wî awayî we tune bike. Dê bi çeka we we tune bike. Dê qirêj bike û bike pergala siyasetê. Ji ber vê jî her dem bi navê îslamê kom bibin û rêxistina xwe çêkin li hemberî yên ku ol dikin aletê siyasetê safbûn û pakbûnê biparêzin.’ Şîmel diyar kir ku bi Kongireya Îslama Demokrat xeyalên kalikê wê hatine cîh.
‘Kalikê min li gel Abdullah Ocalan xebat kiriye’
Şîmel da zanîn ku li Rojava kalikê wê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebat kiriye û wiha got: “Kalikê min û Birêz Abdullah Ocalan bi hev re xebatên tekoşîna netewî kirine. Di wan pêvajoyan de kalikê min li Akademiya Mahsum Korkmas di derbarê îslamê û baweriya kurdan de konferans dida milîtanên PKK’ê.” Şîmel destnîşan kir ku kalikê wê di 2’ê sibata sala 1992’an de nexweş dikeve û li nexweşxaneyek ya Şamê jiyan xwe ji dest dide, rejîma baas destur neda cenazeyê wî derxînin û wiha domand: “Di wê demê de 3 rojan gel ji bo girtina cenazeyê kalikê min li ber xwe dan û di dawiyê de girin. Di 6’ê sibatê de li Rojava sipartin axê.”
‘Bi miliyonan jinan cenazeyên Sakîne wana li ser milê xwe birin’
Şîmel anî ziman ku kalikê wê diyar dikir bi rastî jî azadiya gelê kurd bi azadiya jinên kurd ve girêdayiye û wiha berdewam kir: “Bapîrê min digot: ‘Hun her di bin perdeyên reş ve jinan veşêrin. Dê rojek bê jin cenazeyê jinan bidin ser milê xwe û bibin goristanê. Wêdemê gengaze ku mirov qala azadiya kurdan bike.’ Di dema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, dema ku cenazeyê wan hetin Amedê bi hezaran jinan ew li ser milê xwe kirin û birin goristanê. Ev mînakek ji gotina kalikêmine. Dê azadiya gelê kurd bi tekoşîna van jinên berxwedanvan çêbibe.”
(zt)

