Li Silêmaniyê xebatkaran karê xwe protesto kirin
13:11
Gulan
13
/ 2014
JINHA
SILÊMANIYE - Li bajarê Silêmaniyê xebatkaran dest ji karê xwe berdane ji ber dereng mayîna mûçeyê xwe karê xwe protesto kirine.
Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê xebatkaran ji ber dereng mayîna muçeyê xwe kar protesto kirin. Xebatkarên di karên weke rêveberên ceyranê ya herêma Silêmaniyê, xebatkarên Zankoya Silêmaniyê, rêveberên çandiniyê yên derdora Silêmaniyê û gelek xebatkarên dinê dest ji karê xwe protesto kirin. Ji bo dereng mayîna mûçeyên wan hemûyan karê xwe berdane û daketine kolanan.
(zt)

