‘Ji bo jin azad bijîn divê tekoşîna Sakîneyan bilind bikin’

13:37

JINHA


QAMIŞLO– Li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajarê Qamişloyê semînerek bi navê “Jiyana hevbeş û wekhevî” hate li dar xistin. Di semînerê de Rêvan Mihemed diyar kir ku piştî hilweşandina sîstema dayîkê jin bûn xizmetcî, rastî tundiyê hatin û nikarî xwe bispêre tu aliyan ku mafê xwe yê rewa bi dest bixe.


Di çarçoveya bernameya pêşxistina hişmendiya jinan di hemû meclîs û saziyan de ku hiqûqnasên Dîwana Edaletê li Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin. Li Navenda Zanist û Perwerdiya Jinan a bajarê Qamişlo semînerek bi navê “Jiyana hevbeş û wekhevî” hate li dar xistin. Semîner ji aliyê herdu berdevkên Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê Rêvan Mihemed û Rovend Xelef ve hate birêvebirin. Di semînerê de bi dehan endamên jin ên komîteyên lihevanînê yên girêdayî meclîsên taxan, dayîkên aştiyê, endamên Meclîsa Yekîtiya Star a taxa Kornîş û hejmarek ji hiqûqnas, karmendên Dadgeha Gel û endamên Navenda Zanist û Perwerdiya Jinan beşdar bûn. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Berdevka Dîwanê Edaletê Rêvan Mihemed derbarê dîroka jinan di avakirina edalet û wekheviyê de axivî.


‘Piştî dayîksalariyê jin ji hemû mafên xwe bê par man’


Rêvan Mihemed hilweşandina sîstema dayîkê û desthilatdariya sîstema baviksalarî şîrove kir û got: “Di encama vê yekê de jin û bi taybet di civakên îslamî û rojhilat de toşî windabûnê bûn.” Rêvan diyar kir ku piştî hilweşandina sîstema dayîkê jin bûn xismetcî, rastî tundiyê hatin û nikarî xwe bispêre tu aliyan ku mafê xwe yê rewa bi dest bixe. Rêvan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jin di sîstemên kapîtalîst de rastî tundiyeke dijwartir hat û jin wekî amûrekî dihat kirîn û firotin.


‘Ji bo jin azad bijîn divê tekoşîna Sakîneyan bilind bikin’


Rêvan destnîşan kir ku ji bo jin xwe ji sîstema kapîtalîst rizgar bike, pêwîste jinê di riya Têkoşer Sekîne Cansiz û gelek têkoşerên wekî Şîlan, Zîlan û hwd... de têkoşîna xwe bilind bikin û di riya felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe ji hemû sîstemên baviksalarî rizgar bikin.


Di dawiya semînerê de Rêvan diyar kir ku ji bo jin hemû mafên xwe bi dest bixe pêwîste serê xwe ji kesî re netewîne û di avakirina malbateke xwezayî civakeke demokratîk de bi rola xwe ya sereke rabe.


Semîner bi bersivdayîn pirsên beşdaran bi dawî bû.


(zt)