‘Bila Roja Dayîkan bibe wesîleya aştiyek mayînde’

14:10

JINHA


WAN – Li Elbahê bi wesîleya Roja Dayîkan Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan û encumenên jin yên şaredariyê mal ziyaret kirin. Di ziyaretkirina malan de  roja dayîkan pîroz dikirin û li wan qurnefîl belav kirin.


Li navçeya Elbakê ya Wanê bi armanca Roja Dayîkan Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan û encumenên jin yên şaredariyê despêkê Meclisa Dayîkên Aştiyê ziyaret kirin. Paşê jî mal ziyaret kirin. Di ziyaretkirina malan de  roja dayîkan pîroz dikirin û li wan qurnefîl belav kirin.


Aynur di ziyaretan de anî ziman ku ew hêvîdarin Roja Dayîkan bibe wesîleya aştiyê û got: “Em hêvîdarin li tevahiya cîhanê şer biqede. Dayîk êdî rondikên çavan nebarînin.” Aynur û encumenên jin nêzî 50 î malan ziyaret kirin û paşê cardin vegeriyan şaredariyê.


(zt)