Dê li Heskîfê kampa piştevaniyê bê avakirin
15:33
JINHA
ÊLIH – Hewla Jiyandina Heskîfê diyarkirin ku ew desturê nadin bajarê kevnare û antîk di bin avêde bimînin ji bo wê jî dê 3 rojan Kampam Pştevaniyê avabikin.
Hewla Jiyandina Eskîfê dê ji bo jiyankirina Heskîfê di 16-17 û 18’ê Gulanê de Kampa Piştevaniyê vekin û 3 rojan bi çalakiyên renga reng di kapêde bardewambikin. Dê kampê li peravên çemê Dîcle avabikin. Girêdayî avakirina kampê endamê Hewla Jiyandina Heskîfê Weyîsî Ayhan dazanîn ku ji bo rizgariya Heskîfê ji bin pencên tunekirininê ew dixwazin demek ji ya dinê zutir raya girştî bikevin nava hewildanan û got: “Di kampa ku dê 3 rojan berdewam biki de dê li gel mexdurên wê STK, xwendekarên zanîngihê, hiquqvan, hunermend, nivîskar, xebatkarên çapemeniyê, parlementer, şaredarên navend û navçeyan jî beşdar bibin. Dê din ava 3 rojan de koma muzîkê ya parka Geziyê, çalakiyên civaka sivî, pêşbazî û gelek çalakiyên çandî û civakî bên kirin.”
(zt)

