Di 14’ê sibatê de cihêrengiya femînistan li pêş bû

17:34

JINHA


ÎZMÎR – Jinan li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya ‘Reqsa milyarek jinan şoreşeke’  li dijî qirkirin, şîdet, tacîz û tecawiza li hemberî jinê daketin qadan.


14 sibatê li cîhanê wekî ‘Roja Hezkiriyan’ tê pêşwazîkirin.  Lê îsal jinan li dijî roja hezkiriyan serî rakirin. Jinan di çarçoveya kampanyaya ‘Reqsa milyarek jinan şorekeşek’ îro li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê reqisin. Li Îzmîrê jî çalakî li qada Konakê pêk hat. Amargiya Îzmîrê, Siyah Pembe Uçgen, Komeleya Piştgiriya Jinê, Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gel, sazî û rêxistinên serbixwe ya jinan, xwendekarên jin ên zanîngehê tevli çalakiyê bûn.


Zimanê serdestan hat bikaranîn


Lê tişta herî balkêş organîsazyon ji hela mêrekî ve hat lidarxistin. Femînistan bêrtek nîşanda û li gorî rengê xwe çalakî li dar xistin. Lê polîsên Îzmîrê  ji femînistan re gotin ‘hun nikarin li vî qadê çalakî li dar bixin’. Organîzator û polîs xwestin femînistan ji çalakiyê dûr bixin. Di çalakiyê de her tim bi zimanê zîhniyeta serdest bang hat kirin. Wekî “beg û xanimên hêja, xwîşk û dayikên hêja, dayikên ku me anînê dine” hwd.


Organîzator hat şermezarkirin


Femînistên li Îzmîrê bi dowîzên xwe, li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û pergala serdest li daqê cihê xwe girtin. Femînistan gotinên zîhniyeta serdest a organîzatoran şermezar kirin. Femînistan dirûşmên wekî “Bila jin reqsê bike, bila cîhan serûbin bibe”, “Tayîp şaş nebe sebra ne xelas neke, here kurk bikeve” berz kirin.


Cudabûna femînistan


Her wiha di bernameyê de organîzatorên mêr ji polîs û walîre spasiyên xwe pêşkeş kirin. Her çend organîzatorên mêr li Îzmîrê li gorî feraseta zîhniyeta serdest xwest bernameyek amade bike, dîsa jî femînistan bi sekna xwe cudabûna xwe parast.


(pî/la)