'Yên ku êrîşî jinan dikin ji bîr kirine yekem bawermenda îslame jine'
08:47
Sarya Gozuoglu-Nurcan Yalçın /JINHA
AMED – Kongireya Îslama Demokratîk ya kul i ser pêşiniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji aliyê KCD’ê ev hatî organîzekirin. Ji gelek deveran delege beşdarbûn. Fatma Ramadan jî weke delege ji Rojava beşdarbû. Fatma diyar kir ku ew wan êrîşên bi navê îslamê ser wan û zarokên wan tên kirin napejirînin. Ebdurahman Elî Bedirxan jî bang li yên êrîşî ser jin û zarokan dikin kir û got: “Li bîra wan bînin ku bawermenda yekem ya vî olî jine. Yên hîna razane bila berê xwe bidin hişmendiya jinên wê demê dixebitîn.”
Li Amedê Kongireya Îslama Demokratîk ser pêşiniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera 10 û 11’ê Gulanê de hat li darxistin. Kongire dibin pêşengiya Kongireya Civaka Demokratîk KCD’ê de hat organîzakirin û atfî Mele Evdilayê Tîmoqî hat kirin. Di kongireyê de gelek mijarên giring hatin nirxandin. Di çarçoveya hevpeyîmana civaki ya Medîneyê de nîqaş hatin kirin. Her wiha di derbarê êrîşên ser “Modela Demokratîk ya Civakî” ya li Rojava û ew êrîş hatin şermezar kirin. Delegeyên ji Rojava hatin nêrînên xwe anîn ziman. Bi navê îslamê êrîşên ku ser teyîbetî jinan û tevahiya Rojava hatin şermezarkirin.
‘Weke hevpeyîmana Medînê jiyana demokratîk berdewam bikîn’
Fatma Ramadan ya ku weke delege ji Efrînê beşdarî kongireyê bûyî destnîşan kir ku Kongireya Îslama Demokratîk ya kul i ser pêşiniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî li darxistin ji bo wan kelecanek cuda daye çêkirin. Fatma balkişand ser êrîşên bi navê îslamê ser wê û zarokên wê tên kirin û wiha got: “Em dixwazin bi boneya vê kongireyê hemû cîhan dengê me bibihîsin.” Fatma diyar kir ku ew wean êrîşên bi navê îslamê ser wan û zarokên wan tên kirin napejirînin û wiha domand: “Serok Apo şansek mezin daye jinan. Di vê kongireyê de jin li hemberî mêran peyîvîn û hebûna xwe dan nîşandan. Jin jî xwediyê vîn û mafanin. Li Rojava di hemû kantonan de jin û mêr wekhev kardikin.” Fatma da zanîn ku Hz. Muhamed di hevpeyîmana Medînê de jin, zarok weke hev maf daye her kesê û wiha berdewam kir: “Din ava me de jî heger em lig ora hevpeyîman Medînê biçin em dikarin bi awayê îslamek demokratîk jiyan xwe berdewam bikin.”
‘Di kongireyê de jinan mefê axafêtinê girtin’
Delegeya kongireyê Sena Hesen ya ku ji kantona Cizîrê hatî jî destnîşan kir ku jin di şer de jî di nava wezîran de jî cih girtiye, lê din ava karên olî de jin cîh nagirin. Sena derbirî ku jin tevlî xebatan dibin û Rojava xweşik dikin. Sena bilêv kiri k udi kongirê de jî gelek mijarên giring yên girêdayî jinan hatin nirxandin û di kongirê de jin bûn xwediyê mafê gotinê.
‘Wekheviya jin û mêran ya di Quranê de di kongireyê de jî heye’
Delegeyê kongireyê yê ji Hesekê beşdarbûyî Ebdurahman Elî Bedirxan jî got: “Di Quranê de 23’ê caran qala jinan hatiye kirin û 23’ê caran jî qala mêran hatiye kirin. Me ew wekhevî di vê kongireyê de jî dît. Yê ku bûyî wesîleya vê jî Serok Apoye, em hêvîdarin dê di demeke nê de din ava medebe.” Ebdurehman di axaftinên xwe de balkişand ser xalên dişibin hev yên hevpeyîmana Medînê û Rojava. Ebdurehman gotinek ya Hz. Muhamed ya di Quranê de bibîr xist û wiha got: “Hemû gel yekin û wekhavin. Kes ji kesê ne zêdeye.”
‘Mafê jinan yên hatine ji bîr kirin di kongirê de hatin ziman’
Ebdurehman anî ziman ku bi navê îslamê jin û zarok tên tecîz û tecawîz kirin, lê hîna hinek di xewêdenin û wiha domand: “Bila ew ji bîr nekin ku yekem bawermenda vî olî jine. Yên hîna razayîne bil ali keda jinan ya wê demê binêrin. Niha li Rojava jin hevser û zarokên xwe dihêlin û diçin ji bo yên dişer de xwarinê çêdikin û kincên wan dişon. Jin li kêleka şerkeran rudinin û dibêjin ‘Em dayîkên wene, me hun ji bîr nekirine hun jî me ji bîr nekin.’ Vê kongireyê mafê jinan yên hatibûn ji bîr kirin anî hişê mirovan. Di aliyê jinên kurd de serê me bilinde. Jinên kurdan her demî pêşengi kirine. Di şer de jî jinan li gel mêran şer kirin. Heger li cihekê serkeftin hebe teqez li wê jin hene. Dema ku Pêxemberê me jî biryerek digirt teqez li gel jinên di xaneyê de diciviya.”
Ebdurehman wiha domand: “Em hêvîdarin ku dê meleyên ciwan yên kurdan têlên navbera sînoran de rakin û bi hev re bijîn. Do kongirê de mirovên ji her çar parçeyan di heman maseyê de runiştine. Ev rewş mirovan gelek şanaz dike. Em hêvîdarin ku Serok Apo jî bi giyana îslamê derkeve.”
(zt)

