Çanda Erbaneyê bi jinan ket jiyanê
08:49
Bêrîvan Sumer/JINHA
COLEMÊRG- Di Navenda Çandê ya Faqiyê Teyîran de 5 meh berê 10 jin hatin berhev û bi navê Jin Jiyan Erbane komek avakirin. Çanda erbaneyê ya ku bi ji bîrkirinê re ru bir u maye Ji aliyê jinan ve tê pêşxistin. Jin di dema lêxistina erbaneyê de bi kincên xwe û wêneyên ku berhev kirine jî rengekî cuda didinê.
Li Navenda Çandê ya Faqiyê Teyîran çand û huner berdewam dike. Di çarçoveya xebatên çand û hunrê de ev nêzî 5 mehane koma Erbane ya Jin Jiyan hatiye destpêkirin. Endamên komê bi kincên xwe yên renga reng awazekî cuda dide komê. Jiyan Çîftçî Tekçe ya ku perwerdeya erbaneyê dide komê girêdayî xebatên xwe axivî. Jiyan diyar kir ku koma wan ya berî niha 5 mehan despêkiriye ji 10 jinan pêktên. Jiyan anî ziman ku xebatên wan li Colemêrgê deng daye û got: “Em weke jin dixwazin vê çandê bidin jiyan kirin û emê ji bo dayîna jiyan kirin ya wê berdewam bikin.”
‘Me ked da û encamê wê girt’
Jiyan bilêv kir ku koma wan rastî eleqeyek mezin tê û wiha got: “Xebatên me şev û roj berdewam kir. Din ava saziyê û derve de rastî eleqeyek mezin hat. Çî bernameya ku em çunê me çanda xwe nîşan da û bertekên erênî girtin. Gelê Colemêrgê û ciwanên wan ji vê xebata me gelek memnunin.”
‘Emê çanda rebaneyê bidin jiyan kirin’
Zuleyha Durgun ya k udi heman komê de perwerdeya erbaneyê dibîne jî da zanîn ku ve nêzî 5 mehane ew di wê komê de perwerde dibînin. Zuleyha destnîşan kir ku sedema tevlîbûna wê ya vê komê ew xwediyê armancên mezine di vê komê de û wiha domand: “Erbane gelek li jinan tê. Ji bo xwe û çanda erbaneyê pêşdebirinê tevlî vê komê bûm. Ji ber beşdarî vê komê bûme xwe gelek bi şans hîs dikim.” Xwendekara Zanîngiha Colemêrgê Sîbel Borak jî diyar kir ku ew ji Şirnexê ji bo xwendinê hatiye li wê. Sîbel da zanîn ku berî ew beşdarî vê komê bibe di tu çalakiyên bivî awayî de cîh ne girtiye, ev xebata wê ya yekeme. Sîbel anî ziman ku dem wê afîşên Navenda Çanda Feqiyê Teyran dîtiye hema serlêdan kiriye û wiha berdewam kir: “Bi beşdarbûna min ya koma erbaneyê re di jiyana min de guherînên mezin çêbû. Min tayîbetî perwerdeya erbaneyê xwest. Ji bo jiyankirina çandê em beşdarî vê komê bûn.”
(zt)

