‘Serê me yê hêjayî tacan dibin çarşçevan denin’

08:52

Zehra Tunç / JINHA 


NAVENDA NÛÇEYAN - Din ava nivîskar û wêjevanên kurd de yek ji navên herî giring û qedîm jî Mesture ya Kurdistaniye. Di Rojhelata Navîn de yekem jina dîrok nivîse. Mesture wiha dibêje: “Xeyalên min pêk hatin û ez hatim van rojan û ez niha jî dest bi vê pirtûkê dikim. Min Kurd û dîroka kesên li vî welatî dijîn pir baş hîn kir û fêrî mirovan kir. Ev hirs û eşqa heqîqetê ya ku bi min re ji bo nivîsên dîroknasên ku berê nivîsandibûn dibe alîkar.”


Mestûre di sala 1805’an de li qontarên Çiyayê Zagrosê, li paytexta mîrên Erdalan ya bajarên Sine di nava malbateke helbestvan de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di navbera salên 1805-1847’an de jiyaye. Mesture bi navên weke Mah Şeref Xanim, Mestureya kurdistanî û Mestureya Erdelanî hatiye nasîn. Di sed sala 19’emîn de yek ji navên navdare û di serdema xwe de yekane jina dîroknas a Rojhilata Navîn e. Mesture bi xweşikbûna xwe jî navdar bû. Bavê Mestûre Kurdistanî Ebdul Hesan Beg bi xebatên zanistî û wêjeyî re mijul dibû. Bavê Mesture Ebdul  Hesan Beg Her dem berê zarokên xwe dida xwendinê. Din ava zarokên wî de zêdetir berê Mesture li xwendinêbû. Ji ber jîrbûna wê bavê wê pir jê hez dikir. Ew li gel xwe dibir nêçîrê û mêvandariyan. Mesture bi wê sekna xwe û zanabûna xwe bala bavê xwe û gelek kesayetên wêjevanên wê demê kişandiye ser xwe.


‘Dayîka me em bi heskirin mezin kirin’


 Mesture hem wêjevan, hem helbestvan û hem jî yekem jina dîroknas ya Rojhilata Navîne. Mesture di aliyê wênevanî û nivîsa xweşik de jî xwediyê hunerek bedew bûye. Mesture di pirtûka xweya dîrokê ya bi navê “Dîroka Erdelanê” de wiha dibêje: “Em bi heskirina dayîka xwe hatin dinê û mezinbûn. Bi heskirina bavê xwe ya xwendinê hînî xwendin û nîvîsînê bûn.”  Mesture li gel zimanê xwe, zimanên weke farisî û erebî jî dizanî. Di dema kul i welatên misilman xwendin ji bo keçan heram dihat dîtin, Mesture di aliyê xwendin û dîrokzaniyê de wiha pêşdikeve. Ji lewre di hema pirtûka xwe de gotinên wiha dibêje: “Serê mey ê hêjayî tacan dibin çarşefên reş de tên girtin.”   Mamê wê Ronak Şînence jî nivîskarek bû û di pirtûkek ya xwe de Mesture weke kalîgrafên Rojhilat yên navdar dide nasîn.


Di 20 saliya xwe de bi Xusrow Xan re zewiciye


Mestûre di 20 saliya xwe de bi Xûsrow Xan re re zewicî. Di herema Xosrow Xan de Husnut Şahan Xanim jî hebû. Ew jî keça Xanedanên Kaçar bû. Xosrow Xan evîndarê Mestûreyê bû, lê ev evîn 9 salan berdewam kir. Hevserê wê Xosrowxan yek ji pêşengên eşîra Erdalanê bû. Di hunera nivîsandinê de ji hevserê xwe re dibû alîkar. Xosrow Xan ji ber nexweşiya kezebê mir.

‘Ev hirs û eşqa heqîqetê ya ku b imin re heyî’


Mesture bi şêwaza jiyana xwe û jîrbûna xwe cihekî gelek girîng di dîroka wêjeya kurdî de. Di aliyê dîrokê de jî xebata wê ya herî mezin berhema ‘Dîroka Erdalan’ bû. Ji bo nivîsandina vê pirtûkê pir xebitî û pir lêkolîn kir. Di encama lêkolîna xwe de dîroka eşîra Erdalanji 8’ê hîcrî dest pê dike heta dema xwe nivîsandiye. Mesture kariye xeyalên bîne cîh di aliyê pirtûknivîsînê de. Ji bo nivîsîna pirtûkê wiha kêfxweşiya xwe tîne ziman:“Xeyalên min pêk hatin û ez hatim van rojan û ez niha jî dest bi vê pirtûkê dikim. Min Kurd û dîroka kesên li vî welatî dijîn pir baş hîn kir û fêrî mirovan kir. Min çavkaniyên din xwedin û ez gihiştim wê baweriyê ku di dîroka Kurdistanê de ez gihiştim hin encamên zelal û teqez. Her çiqas ku min bi vegotineke rastîn vegotibe jî dibe ku aliyên wê yên kêm jî hebin. Ev hirs û eşqa heqîqetê ya ku bi min re ji bo nivîsên dîroknasên ku berê nivîsandibûn dibe alîkar. Min di wê pirtûkê de demên ku eşîra Banî Erdalan têde jiyaye. Min karê ku wan dikir hîn kir û ji mezinên xwe guhdarî kir û nivîsî. Her wiha ez bûm şahidê gelek tiştan. Piştî ez bi yek ji pêşengên Erdalan, Xosrowxan re zewicîm şûn de min bi malbatên mezin re têkiliyên baş danîn. Min rastî baştir hîn kir...”


‘Mesture 20 hezar beyît nivisiye’


Ji bo Mesture digotin stêrka helbestbvanan. Kevneşopiya gelê xwe baş dida xuyakirin. Şêwaza helbestan baş fêm dikir. Di nivîsên wê de sadebûn hebû. Her wiha behsa evîn û hezkirinê dikir. Mesture xwediyê şewek teyîbetbû.Di 1967’an de di kovara ‘Reş û Spî’ ya li Îranê hate weşandin de Mesture weke di nava Kurd û Persan de jina herî navdar a helbestvan hat nasandin. Pismamê Mestûre, Mîrza Ekber Sadiq di pirtûka xwe ya ‘Hadîgeyî Nasîriye’ de dibêje: “Mestûre 20 hezar beyt nivîsiye. Ev di nava demê de wenda bûn. Di sala 1925’ê de 2 hezar beyta ku bi farsî hatibû nivîsin li Tehranê hate weşandin. Mestûre gelek nivîsên xwe bi zaraveyê narîn a li Sine û Silêmaniyê tê bi kar anîn bi Goranî nivîsiye. Mînak li qesran jî Goranî zaraveyeke serwer bû.”


Ji axa xwe û dostên xwe dur çavên xwe li jiyanê girt


Mesture bi fermana eşîra Erdelan sirgunê herêma Baban kirin. Wan li çiyayên Hewraman rêwitiyeke zehmet dîtin. Mesture yek ji wan yên ku ji ser axa xwe hatî dûrxistin û di nava penaberan de jiyaye. Ji ber vê yekê di nava gel de ew wekî jinek mînak dihat dîtin. Mesture ji ax û dostên xwe dûr di mijdara sala 1847’an de li bajarê Silêmaniyê çavên xwe li jiyanê digire. Niha gora wê li goristana Girdî Seywan ya bajarê Silêmaniyêye.


Mesture li peyî xwe gelek nivîs hêlan li peyî mirina wê Seyîran Xanimê hinek nivîsên wê berhev kirin û dan Mîrza Ebdullah. Mîrza Ebdullah jî nivîsên wê li şand pirtûkxaneya Erdalanê.


Peyîkerê Mesture hatiye çêkirin û di bin  peykerê wê de di der barê jiyana wê de ev çend rêzikên reşbelek hatine danîn: “Şair, nivîskar û destrengîna  binav û deng a Kurd Mah Şeref Xatûn tê nasîn wek Mestûre di sala 1805’î zayînî li bajarê Sine hatiye dinya yê. Di  zaroktiyê de danîne  ber xwendinê û pêgihiştiye. Bûye zanayeke mezin, wêjevanek têgihiştî û helbestvaneke nav û deng. Mestûre di dîroknivîsinê de yekemîn jin e di cîhanê de û her wiha yekemîn  jina musulman e ku şerî’et nivîsiye. Ew zanyar 43 sal jiyaye û sala 1845’an da li bajarê Silêmaniyê çûye ser dilovanita xwe.”


 (zt)