Jinan banga ji bo ‘Azadiya Abdullah Ocalan' kirin
09:38
Tekoşin Tekin/JINHA
EDENE – Kampanyeya îmzayan ya ji bo Platforma Azadiya Ocalan ve hatî despêkirin li Edeneyê jî bi hemû hêza xwe ve berdewam dike. Endama Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Edeneyê Jiyan Ateş diyar kir ku heta niha wan 150 hezar îmza komkirine. Jiyan da zanîn ku ew bi hemû leza xwe xebatên xwe yên kampanyeyê berdewam dikin û ji bo tevlîbûnekî bihêztir ew banga tevlîbûnê li hemû jinan dikin.
Kampanyeya îmzayan ya ku ji aliyê Platforma ji bo Aştiyek Mayînde ji Ocalan re Azadî di ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de hatibû despêkirin li Edeneyê jî bi hebû leza xwe berdewam dike. Kampanyeya îmzayan bi duruşma “Îmzaya me nasnameya meye, nasnameya me azadiya meye” tê berdewam kirin. Di tevahiya bajar de kampanya ji aliyê welatiyên di bajar de jiyan dikin yên weke kurd, ereb û tirk ve rastî eleqeyek mezin tê. Girêdayî kampanyeyê Endama Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Edeneyê Jiyan Ateş destîşan kir ku divê di serî de jin bi awayekî girseyî li vê kampanyayê xwedîderkevin û got: “Jiber azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya hemû jinane.”
‘150 hezar îmza hatine berhev kirin’
Jiyan derbirî ku îmzaya kampanya ya k udi 15’ê Sibatê de hatî despêkirin heta niha li Edeneyê 150 hezar îmza hatine berhev kirin. Jiyan anî ziman kul i Edeneyê armanca wan ewe ku 500 hezar îmzayan berhev bikin û wiha got: “Ji 150 hezar îmzayên kul i Edeneyê hatine berhev kirin, hezar îmza jî ji Zanîngiha Çukurovayê hatine berhev kirin. Ji ber xebatên hilbijartinan hinekî xebatên me hatin kêmkirin. Lê cardin jî me berdewam dikir. Divê em jin li kampanyeya îmzayan ya ku ji bo azadiya Serokatiya me hatî despêkirin xwedîderkevin.”
Banga ji bo xwedîderketina jinan ya li kampanyeya îmzayan
Jiyan bilêvkir ku kampanyeya wan ya li Edeneyê berdewam dike li benda piştevaniya her kesêye û wiha berdewam kir: “Heger li her derê gel bêje ‘Azadiya Serok Apo’ wê demê dê her kes piştevaniyê bide kampanyeya ji bo azadiya Serokatiya me hatî despêkirin. Divê di vê çarçoveyê de tekoşînek mezin bê dayîn. Divê di serî de em jin li kampanyeya ji bo azadiya Serokatiya xwe xwedî derkevin.”
(zt)

