Jin eleqeyek mezin nîşanî qursa ziman ya li Mûşê didin
10:11
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê Mûşê Şafî diyar kir ku qursa zimanê kurdi ya ku ji aliyê wan ve hatî despêkirin ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê û got: “Ji dema despêkê heta niha qursa me dayî despêkirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mizin tê. Gel dixwazin zimanê xwe hîn bibin û lê xwedî derkevin. Ya ku herî me şanaz dike jî dema jin destê zarokên xwe yên biçuk digirin û tên tevlî qursê dibine. Ew jin dixwazin zarokên wan di temenê biçuk de hînî zimanê xwe bibin.”
Şaxa KURDÎ-DER’ê yê Mûşê ev nêzî 4 mehane hatiye vekirin û ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mizin tê. Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê Mûşê Şafî da zanîn ku qursa zimanê kurdi ya ku ji aliyê wan ve hatî despêkirin bi tyîbetî ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê û wiha got: “Ziman mirov û dîroka mirovan bi mirov dide nasîn. Di aliyê ziman de gelê me heta niha rastî astengiyên mezin hatine. Ya herî dijawar jî gelek bedelên giranbûha dane. Jin dixwazin zimanê xwe derbazî nifşên pêşerojê bikin.”
‘Jin li gel zarokên xwe tevlî qursê dibin’
Şafî anî ziman ku wan di aliyê cih de hinek zorî kişandine û wiha domand: “Yek ji wan pirsgirêkan ya yerî giring jî biçukbûna polên mene. Carnan ji ber biçukbûna polê xwendekarên me nizanin li ku runin. Em dixwazin derbazî cihekî mezintir bibin lê derfetên me dest nadin. Vekirina komeleyê ji bo Mûşê derfetek başnû. Ji dema vekirina qursê hetaniha ji aliyê gel û tayîbetî jî jinan ve rastî eleqeyek mizin tê. Gel dixwazin zimanê xwe hîn bibin û lê xwedî derkevin. Ya ku herî me şanaz dike jî dema jin destê zarokên xwe yên biçuk digirin û tên tevlî qursê dibine. Ew jin dixwazin zarokên wan di temenê biçuk de hînî zimanê xwe bibin.”
‘Emê li zimanê xwe xwedî derkevin’
Xwendekarên li Zanîngiha Alparslan ya Mûşê Beşa Civaknaxiyê dixwînin Ayten Işkan û Asli Orun jî diyar kirin ku armanca wan ya beşdarbûna qursa KURDÎ-DER’ê ji bo zêdetir pêşdebirina zimanê xwe ye û wiha gotin: “Ji ber me beşa civaknasiyê xwendiye, em dixwazin bi zimanê xwe ji gelê xwe re bibin alîkar. Tenê dema em biçuk bûn em kurdî dipeyîvîn. Ji dema me dest bi dibistanê kir êdî hema bêje zimanê me hatiye rewşa ji bîr kirinê. Di aliyê zimanê dayîkê de KURDÎ-DER ji bom e gelek giringe û gelek sud da me di vê pêvajoya perwerdeyê de. Banga me ji bo hemû ciwanên kurdan bil ali zimanê xwe xwedî derkevin. Dema ku ciwan lê xwedî dernekevin dê zimanê me lewaz û paşde bimîne. Bi tayîbetî jî banga me ji bo xwendekarên zanîngihêne li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe bipeyîvin.”
(zt)

