Li Somayê di teqîna trafoyê de heta niha 205 mirî

11:21

JINHA


MANÎSA - Li navçeya Manîsa Somayê, di encama hilweşîn û şewata ji ber teqîna trafo ya li kana komirê de rû da, herî kêm 205 karkerên kanê jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hînê bi sedan karker di hundirê kanê de asê man e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.


Li Somayê, di teqîna trafo ya li kana komirê ya kargeheke taybet de, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan derket 205 kesî. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ber destê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku di bûyerê de 4 jê giran 80 karkerên kanê birîndar bûne û 363 karker jî hatine rizgarkirin. Yildiz ragihand ku di dema teqînê de 787 karker di hundirê kanê de bû.


Der heqê pirsên li ser sedema bûyerê de Wezîr Taner diyar kir ku wê 3 heyetên cuda lêpirsînê bimeşînin û got, "Lêpirsînên adlî û îdarî rojeva vê şevê nîne. Di rojeva me de bi tenê tiştek heye. Bi ekîbên xwe yên rizgarkirinê yên zêdeyî 400 kesî re em li ser rizgarkirina hevalên xwe yên karker difikirin. Weke Wezîrê Enerjiyê yek ji zehmettirîn wezîfeya xwe dikim. Bi fikara ku pirsgirêkên me mezin bibe, vê yekê parve dikim."


Der barê teşhîsa karkerên kanê yên jiyana xwe ji dest dane de Wezîr Taner diyar kir ku grîzû yan jî derb nîne û got, "Şewat nîne. Hevalên me yên karker ji ber jehrîbûna ji karbonmonoksîtê şehîd ketin. Me ew rakirin nexweşxaneyan û hin morgan."


Ekîbên rizgarkirinê hewaya pak dikişînin nava kana xetimî


Hêviya ji bo rizgarkirina karkerên li kanê asê mane, hêdî hêdî kêm dibe. Ekîbên rizgarkirinê hewa paqij dişînin nava kana xetimî. Rayedarên sendîkayê dan xuyakirin ku karkerên li kanê xwedî maskeya gazê ne, lê belê ev maske heta demekê dikare îdare bike û destnîşan dikin ku bi dembasbûna demê re hêviya bi saxî derxistina karkerên li nava kanê, kêm dibin. Ekîbên rizgarkirinê dan zanîn ku dirêjahiya kanê 3,5 kîlometre ye, lewma xwegihandina karkeran hinekî wê dewam bike.


Cesedên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, li depoya ragirtina petêxên li navçeya Kirkagaçê hatin bicihkirin.


(zt)