Nivîskarên kurd bi wêneyan hatin nîşandan

13:09

JINHA


AMED – Di çarçoveya çalakiyên zimanê kurdî de li Erganiyê pêşangihek ya wêneyan hat pêşandan. Di pêşanlgihê de portireyên nivîskarên kurd yên weke Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyîran, Meyrenxan û  siyasetmendar Nelson Mandela hatin nîşandan.


Li navçeya Erganiya Amedê bi boneya Cejna Zinamê Kurdî pêşangihek ya wêneyan hat nîşandan. Pêşangih ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di pêşanlgihê de portireyên nivîskarên kurd yên weke Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyîran, Meyrenxan û  siyasetmendar Nelson Mandela hatin nîşandan. Girêdayî pêşangiyê rêveberê Kurdî-Der ê Remzî Dogu diyar kir ku armanca wan ji pêşangihê balkişandina welatiyan ya ser zimane û got: “Ji bo ku gel wan nivîskaran û berhemên wan binasin. Gel din ava xwe de li ser wan nîqaşan pêşbixin.”


 


 (zt)