Li Amedê komxebata ‘Navenda Jina Azad û Komunalê’

13:48

 


JINHA


AMED – Saziyên jinan yên Amedê li Navenda Jinan ya Cerenê kombûn û bi navê ‘Navenda Jina  Azad û Komunalê’ komxebatek li darxistin. Di komxebatê de Civaknasa Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan diyar kir ku wan ji ber sedema sazûmaniya tayîbet û himendiya azadiya jinan pêdivî bi xebatek wiha dîtine. Ayşe da zanîn ku dê li gel van jî hişmendiya parastina cewheri ya jinan pêşde bibin.


Saziyên jinan yên Amedê li Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê ya li Parka Ekînê ye kombûn û bi navê ‘Navenda Jinan ya Azad û Komunalê’ komxebatek li darxistin. Endamên saziyên jinan yên navend û navçeyên Amedê beşdarî komxebatê bûn. Komxebatê bi deqeyek rêzgirinê despêkir. Komxebat ji aliyê xebatkara EPÎDEM’ê Neslîhan Başak û Civaknasa Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan ve hat bi rêvebirin. Civaknasa Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan  di bin sernava ‘Navenda Jinan ya Azad û Komunalê’ netewa demokratîk û avakirina hişmendiya welatiyê azad nirxand. Ayşe balkişand ser armanca wan ya ji  komxebatê. Ayşe da zanîn ku armanca wan ji bo komxebatek bi vî awayî ji bo avakirina sazumaniyek jinan û avakirina hişmendiya jina azade.  Ayşe destnîşan kir ku dê li gel van jî hişmendiya parastina cewheri ya jinan pêşde bibin.


 ‘Me xebatên netewa demokratîk bi rêve birin’


Xebatkara EPÎDEM’ê Neslîhan Başak jî diyar kir k udi encama xebata DÎKASUM û EPÎDEM’ê de li 5 taxên Amedê meclisên jinan hatin avakirin. Neslîhan di axaftina xwe de qala din ava civakê de hebûna komûnalê û piratîkbûna jiyana azad jiyan kirinê. Neslîhan di axaftinên xwe de balkişand ser xebatên xwe yên di taxên Ben û Sen û Şemsîlerê û wiha got: “Di xebatên me yên meclisan de û civînên kum e girtine de ev derketin holê; Di qirkirinên jinan de zêdebûn heye. Emê çawan karin pêşiya van bigirin? Her wiha mijara hêza cewherî bala jinan dikişand. Me dîroka meclisbûyînê girti dest û xebatên xwe di çarçoveya netewa demokratîk de birê ve dibir.”


Piştî axaftinên despêkê komxebatê nîqaşên xwe ji çapemeniyê re girtî domandin. 


 (zt)