Li hemberî cînayetên kar yên Soma’ê protesto berdewam dikin
14:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya cînayetên k udi madenên Soma yê de hatine kirin lig elek deverên herêmê û tevahiya Tirkiyê protesto berdewam dikin. Welatiyên ku cînayetên kar protesto dikin li kampos, metro û qadan bi çalakiyên cihêreng protestoyan berdewam dikin.
Di nava agirê k udi ocaxa komirê ya Somayê de herî kêm 205 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi heman armancê li herêmê û tevahiya Tirkiyê çalakiyên protestoyî hatin kirin. Li Guvenparkê û ber Peyîkerê Boga yê Kadikoyê yên Enqereyê çalakiyên runiştinê hatin kirin. Li Metrosu ya Taksîmê jî mirovan xwe li erdê re dirêj kirin û wiha cînayetên kar protesto kirin. Li zanîngihan jî bangên boykot û çalakiyan hatin kirin.
Duh Roboskî îro Soma!
Duh li ber Heyîkelê Boga yê Kadikoyê 4 xwendekarên Ciwanên Muxalîf dest bi çalakiya runiştinê kirin. Çalakiyê serê sibê jî berdewam kir. Li Meyîdana Heyîkel Komeleya Fedresyona Xwendekarên Şoreşger pankartek “Duh Roboskî îro Soma” ya bi îmza daleqandin.
(zt)

