Ji bo jiyanek ekolojîk di baxçeyan de tov tê çandin

15:06

JINHA


AMED – Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut û endamên meclisê li erdê girêdayî şaredariyê gindor û zebeş çandin.


Hevşaredara navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut û endamên meclisê li erdê girêdayî şaredariyê gindor û zebeş çandin. Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut girêdayî mijarê axivî û got: “Me xwest di derbarê projeya xwe de weke şaredarî dê çî bê kirin bidin nîşandan. Ji niha û şonde di derbarê şînkirin û çandiniya bîstanan de em û gel emê bi hev re bikin.”


Paşê  xebatêkarên şaredariyê jî beşdarî karê wan yê tov çandinê bûn.


  (zt)