Ji bo gerillaya ARGK’ê Gulan mewlîd hat dayîn

15:36

JINHA


WAN- Ji bo Hediye Benek (Gulan) ya tevlî nava refên  ARGK’ê bûyî û di sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dayî mewlîd hat dayîn. Di mewlîdê de Serokê Navenda BDP’ê ya Wanê Musa Îtah axivî û got: “Şehîdên me ji bo azadiya vê axê canê xwe feda kirine. Di vê mehê de me gelek zêde agahiya şihadetan bihîst. Gelek şehîd ser axa Kurdistanê ketin. Emê bi saya gerîllayên k udi oxira azadiyê de canê xwe didin bigihin azadiyê.”


Komîteya Şêwirmendiya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê nasnameya 21 gerillayên ARGK’ê yên din av bera salên 1992-1998’an de jiyan xwe ji dest dane diyar kirin. ji bo Hediye Benek (Gulan) ya k udi nava wan debû li mala bavê wê mewlîd hat dayîn. Di mewlîdê de Serokê Navenda BDP’ê ya Wanê Musa Îtah, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban, Hevşaredarên navçeya Îpekyoluyê Aygul Bîdav û Veyîsel keser, Hevşaredarên Erdemîtan Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan jî din av de gelek welatî amadebûn. Di mewlîdê de wêneyek mezin yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan alayên PKK’ê û wêneyê Gulan hatinbûn hildan. Welatiyan bi wesîleya sersaxiya malbatê dua xwendin.


‘Emê bi tekoşîna gerillayên Kurdistanê azadbibin’


Mewlîd bi deqeyek rêzgirtina bo giyanê cangoriyên tekoşînê hat despêkirin. Di mewlîdê de Serokê Navenda BDP’ê ya Wanê Musa Îtah axivî. Musa anî ziman ku divê yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest didin neyên ji bîr kirin û wiha got: “Şehîdên me ji bo azadiya vê axê canê xwe feda kirine. Di vê mehê de me gelek zêde agahiya şihadetan bihîst. Gelek şehîd ser axa Kurdistanê ketin. Emê bi saya gerîllayên k udi oxira azadiyê de canê xwe didin bigihin azadiyê.”


 ‘Divê jiyana mirovan evqasî erzan nebe’


Musa balkişand ser bûyera duh li Soma ya Manîsayê hatî jiyan kirin û wiha domand: “Karkerên madenê ji ber bi destxistina nanê xwe yê rojane wî karê zor dikin û di bûyerekî bi êş de di bin axê de man. Di vî welatî de hîna ji madenên di teqin laşên bê can derdikevin. Canê her mirovekê ji bom e giringe. Divê jiyana mirovan evqas erzan nebe.”


 (zt)