Jinên ji 40 salî biçûktir in baldar bin!
11:54
JINHA
AMED - Şaredariya Peyasê (Kayapinar), bi hevkariya Odeya Bijîşkan a Amedê, semînera ‘Penceşêra Memikan û Mueyneya Xwe bi Xwe’ da. Bijîşk Erkan Dalbaşi, di semînerê de destnîşan kir ku êdî jinên emrê wan di binê 40 salî de ne jî, bi penceşêra memikan dikevin.
Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo gel dest bi semînerên tenduristiyê kir. Semînera yekemîn ku mijara wê ‘Penceşêra Memikan û Muayneya Xwe bi Xwe’ bû, li Mala Piştgirî û Perwerdehi ya Aydin Erdem a Şaredariya Peyasê pêk hat. Cîgirê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, beriya semînerê bi kurtasî got ku “Me li ser navê şaredariyê, ji bo em gelê xwe di mijarên tenduristiyê yên bi qasî jiyanê girîng de agahdar bikin, dest bi xebateke wiha kir. Em vê xebatê, bi piştgiriya Odeya Bijîşkan a Amedê dimeşînin. Ev ji bo jiyana gelê min a bi saxî û silametî, girîng e. Ji bo vê semînerê, ji hevalên me yên bijîşk in re spas dikim.”
‘Jinên ciwan jî pê dikevin’
Piştre, Bijîşk Erkan Dalbaşi, bi piştgiriya sînevîzyonê, mijara ‘Penceşêra Memikan û Mueyneya Xwe bi Xwe’ vegot. Bijîşk Erkan diyar kir ku dayîna semînerek wiha ya ji aliyê şaredariyê ve, gelek girîng e û got “Penceşêra memikan, di nav nexweşînên penceşêrê yên herî zêde tê dîtin de, di rêza duyemîn de ye. Ev nexweşîn li Tirkiyê pir zêde tê dîtin. Bi giştî ev nexweşîna jinên di ser 40 salî de ye. Lê di demên dawî de gelek jinên ciwan jî êdî bi vê nexweşînê dikevin. Lê teşhîsa zû û dermankirina zû, dikare pêşî li vê nexweşînê bigire. “
Jinên li semînerê guhdarî kirin jî, eleqeyek mezin nîşan dan û diyar kirin ku dayîna semînerên wiha, bûye sedema kêfxweşiya wan.
(xo)

