Bertekên bijîşkan li hemberî nexweşên tirkî nizanin!
09:35
Gulşen Koçuk / JINHA
RIHA – Di cîhanê de hinek gel bi zimanê xwe dijîn û hinek jî ji zimanê xwe mehrumin û mîna gelê kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin… Gelê kurd li ser axa xwe ji zimanê xwe bê par tê hiştin. Din ava jiyanê de li cihên weke nava taxê, cihê kar, nexweşxane, bazar, dibistanan û girtîgiha rastî astengiyên ser ziman tên. Hîna zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê dîtin. Jinek kurd ya kul i ser axa xwe rastî astengiyên pêşriya zimanê xwe tê jî Zînê Karayilane. Dema ku Zînê ji ber hinek nexweşiyên xwe serî li nexweşxanê da ji aliyê bijîşkan ve rastî astengiyên weke: “Heger tirkî nizanê wêdemê çima têyê bijîşk?” Zînê jî wiha bersivê dide bijîşk: “Divê yekî tirkî nizane neyê bijîşk?”
Di 15’ê Gulana sala 1932’an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve yekem kovara kurdi ya bi navê “Hawar” ya bi tîpên latînî hatî nivîsîn. Ji sala 2006’an ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Weke duruşma “Bê ziman jiyan nabe” ji ber ziman amrazek ya têgihandinêye dinavbera gelan de ji bo hev têgihandinê tê bi karanîn. Her civakek di hindirê xwe de xwediyê zimanekêye. Zimanê dayîkê yê gelan parçeyek ji hebûna gelane. Ji ber ziman dewlemendiya gelan ya çandê dide diyarkirin. Ji bo ku zimanek xwe bide jiyankirin divê despêkê bi awayekî fermî bê pejirandin din ava mekezagonan de.
Nihal i Tirkiyê weke pirsgirêk tê dîtin. Di 113 welatên BM yê de hatiye nasîn. Ji 194 welatên BM’ê di 113 welelatan de ji zimanekê zêdetir zimanên fermî tên karanîn. Her mirovek mafê wan yê perwerdeya zimanê dayîka wan heye. Li Turkiyê pirsgirêka ziman kurdî bûye mijara bazarê. Di 30 Îlonê de bi navê “paketa demokratîk” di “dibistanên tayîbet” de weke peyîwirik dewir girtî bûye. Lig elek devernê Tirkiyê yên ku kurd têde dijîn hîna weke mijara qedexe tê dîtin. Mînakek ji wan jî Zînê Karayilan ya ku li gundê Seqîltan yê navçeya Bîrîcika Rihayê jiyan dikiye. Dema ku ji ber hinek pirsgirêkên xwe yên nexweşiyê diçe nexweşxaneyê ji aliyê bijîşk ve rastî gotinên weke heger tu tirkî nizanê newe nexweşxanê hat.
Bijîşk ji nexweşan re dibêjin heger hun tirkî nizanin newin nexweşxaneyê
Zimanê kurdi yê kul i Tirkiyê weke zimanê nayê zanîn tê bi navkirin. Di gelek navendên jiyanê de welatî rastî astengiyên li pêşiya zimanê xwe tên. Yek ji wan jî jina bin navê Zînê Karayilan ya ku li gundê Seqîltan yê navçeya Bîrîcika Rihayê jiyan dikiye. Zînê diyar kir ku çî dibe bila bibe heta çawa heya niha li zimanê xwe xwedî derketine, dê ji niha û şun de jî bi heman şêweyî li zimanê xwe xwedîderkevin. Zînê anî ziman ku dê ji zimanê dayîka xwe yê kurdî zêdetir bi tu zimanên dinê nepeyîve û wiha got: “Ez tirkî nizanim. Heger bizanim jî na peyîvim. Ji ber zimanê dayîka min bi kurdiye.” Zînê da zanîn ku ji ber zordestiya zimanê tirkî ew gelek caran rastî bûyerên wiha hatine. Zînê destnîşan kir ku herî dawî jî dema çuye nexweşxaneyê rastî bûyerên wiha yên ziman hatiye. Zînê derbirî ku ji ber kêşana filîmê serê xwe ewê hevserê xwe jî li gel xwe bir û çun nexweşxanê. Zînê diyar kir ku dema kete hindir ji ber nezanîna zimanê tirkî xwest hevserê wê jî li gel bikeve hindir, lê bijîşk destur neda. Zînê da zanîn ku wê ji boz iman alîkarî ji yekîdinê xwest. Zînê destnîşan kir ku yê alîkariya wê ya ziman dikir ji wê re got: “Zu ji vê derê here yan dê ev hemşîreyane hemû l ite bixin.” Zînê anî ziman ku wê jî bi gotinên weke: “Ew bi zimanê dayîka xwe dipeyîvin, ez jî bi zimanê dayîka xwe di peyîvim. Zimanê min ji yê wan xweşiktire jî.”
‘Heger tirkî bizanim jî na peyîvim’
Zînê bilêv kir ku dema hatiye maîne kirin bijîşk ji wê re dema kêşana filîm diyar kiriye, lê ji ber nezanîna ziman nezaniye bijîşk çî gotiye û wiha domand: “Ez qet bi tirkî nizanim. Bijîşk got: ‘bila kurd ji vêderê derkevin. Heger hun tirkî nizanin çima tên nexweşxanê?’ Min jî wiha bersiva wî da. ‘Gelo yên tirkî nizanin mafê wan yê hatina bijîşk nîne.’ Ez paşê derketim derve. Min ji hevserê xwe re bûyer got. Hevserê min jî çul i gel bijîşk, bijîşk ji bo hevserê min bi gotinên weke ewê tenê gotinek jî tirkî ne dizanî nêzbû.” Zînê diyar kir ku bijîşk li ser wê de qêr kiriye û wiha berdewam kir: “Ezê tu carî tenê gotinekê jî tirkî ne peyîvim. Ji xwe nizanim, lê bizanim jî ezê tucarî ne peyîvim.”
Li welatên BM yê di 113 welatan de ji zimanekê zêdetir di fermiyetê de heye
Di belgeyê UNESCO yên di 21’ê Sibata sala 2002’an de hat zanîn ku 6 hezar ziman hebûn lê niha nîvî ji wan tune bûne. Di 113 welatên BM yê de hatiye nasîn. Ji 194 welatên BM’ê di 113 welelatan de ji zimanekê zêdetir zimanên fermî tên karanîn. Di Cumhuryeta Çînê de 51 ziman, Hindistanê 36, Rusyeyê 34, Îtalya 11, Fîlîpîn 17, Başurê Efrîqa 11, zimanên fermî hene. Li Tirkiyê ziman bi sînorin, Îraqê 4, Îranê 8 bi fermî tên xebitandin.
(zt)

