Çîçek, ji bo 8’ê Adarê sirûdek amade dike
14:00
Mizgîn Tabu – Zehra Dogan / JINHA
ŞIRNEX– Çîçek Orgen, li Navenda Çand û Hunerê ya Cudiyê mamoste ye û got ku jin bêtir çand û hunerê re mijûl dibe. Çîçek, diyar kir ku cihê ku huner li pêş be li vir xirabî nîne. Her wiha Çîçek ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê sirûdek amade dike.
Navenda Çand û Hunerê ya Cudî di bin banê Şaredariya Şirnexê kar û barê xwe dimeşîne. Navenda Çand û Hunerê ya Cudê dixwaze bi xebatên xwe çand û hunereke azad derxe pêş. Ji ber nêzikatiya derdorê gelek jinên ciwan nikarin tevli bernameyên çand û hûnere bibin. Ligel nêzîkatiya derdorê mamosteyên Navenda Çandê ya Cudî xebatên mînak dikin. Bi taybetî jî ji bo jinên ciwan hewl didin, ji ber ku jinên ciwan ji ber feraseta cinsiyeta civakê nikarin tiştek bikin. Çîçek Orgen li Navenda Çandê ya Cudiyê dersa ritimê dide. Çîçek, diyar kir ku li dijî feraseta paşverû divê jin di xebatên xweser de cih bigirin. Çîçek, da zanîn ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê sirûdek amade dikin.
Çîçek, bal kişand ser rewşa civakê û da zanîn ku wekî li her derê cîhanê li herêma Botanê jî jin di bin bandora serdestiya mêr de ye. Çîçek, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Divê jin ji 4 dîwaran rizgar bibe û xwedî mirata xwe derkeve. Ji bo çand bighije nifşên din hewldana jinê girîng e. Ji ber vê sedemê bêtir jin xwedî li çand û hunera xwe derdikevin.”
Çîçek, şêniyê Şirnexê ye û dixwaze bi hewldanên xwe li bajêr bibe mînak. Çîçek, daxuyand ku yê ku feraseta mêr biguherîne jin e. Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên ku jin dikin girîng e. Divê jin li dijî zext û zordariya zîhniyeta mêr serî rake. Jin bêtir girêdayê hunerê ye. Cihê ku çand û huner heye li vir xirabî nîne. Em bawer dikin ku jin dê xebatên gelek serkeftî pêk bînin.”
Wêne-Dîmen: Mizgîn Tabu – Zehra Dogan
(zd/gk/la)

