Li Îranê ‘jin’ bûyîn … (DOSYA 1)

12:35

Rohat Emekçi - Gulşen Koçuk / JINHA


Li gora zagonên Îranê cihê jinan li kuye?


NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îranê cihê jinan têra xwe tevlîheve. Li Îranê rêjeya xwendin û nivîsandina jinan ji sedî 68,8’e. Li Îranê jinek zina bike ji yekî qatîl xirbtir tê dîtin. Bi navê zinayê jinan darde dikin. Mêr jî weke dikare çar caran bizewice û qasî bixwaze li gel meleyan mehrbirînê bike. Destura Serokwezîr nebe zarokên keç nikarin bi yeke biyanî re bizewicin. Di dema berdanê de jî rastî heman zoriyan tên. Li Îranê hemû deriyên maf û jiyanê li ser çanvên jinan girtîne.


Li Îranê dibin rêveberiya Serokomar Hasan Ruhanî de her çendî hinek guherînên bi navê reformê bên kirin jî li pir tuştekê nade guherîn û li peyî Çînê de 2’emîn welatê canê despêkê jinan û mirovan distîne. Îran ya ku weke Komara Îslamê tê zanîn sepandina ceza ji mêran zêdetir ji bo jinan bi awayekî herî giran tê dayîn. Li Îranê hem bi destê dewletê û hem jî bi destê mêran jin din ava jiyanek gelek zor de dijîn. Li Îranê herî zêde jin di nava sitatoyek tevlîhev de jiyan dikin. Ji ber li wê di zanîngihan de hejmara xebatkarên perwerdê didin ji ya mêran zêdetir. Li welat rêjeya xwendin û nivîsandinê ji sedî 75’e. Ev rêje ji sedî 78,4 mêr û 65,8 jî jinin. Li aliyekê rewşa jinan wihaye. Li aliyê dinê jî beşa civakê ya herî bi dardekirin, cezakirin û rastî mexduriyê tên jinin.  Li Îranê cezayê bê çarşef geriyana jinan 12 meh girtîgih û qemçîkirine. Heger bixwazin cezayê qirbaç vegerînin pere jî, li gorî pere yekî bixebite muçeyê 6 mehan çî digire hemû ber dikeve. Niha jî jinên Îranê çarçevên xwe di avêjin û li hemberî rejîmê raperînê dikin. Dema ku jin ji bo azadî û vîna xwe hewil didin vêcarê jî dibin hedefa rejîmê.


Ji ber Dîlara zarokbû cezayê xwe pejirand lê…


Di sala 2002’an de zaroka keç ya 16 salî Dîlara Derabî û hevalê xwe yê kur yê 19 salî Amîr ji bo diziyê dikeve hindirê mala mirovekî xwe. Di dema ketina hindirê malê jina malê kuştine. Di dema despêkê de Dîlara sucê xwe îtiraf kir. Ji ber rastî cezayê dardekirinê hat îfadeya xwe guherand. Paşê jî Dîlara bi awayê hevalê wê yê mêr cînayet kiriye, lê ji ber temenê wê ji 18 saliyê kêmtire dêbi cezayekî kêmtir bê cezakirin suc girte ser xwe. Tenê xetayê Dîlara ewbû ku bi fikirîna dê kêmtir ceza bigire suc girte ser xwe. Ji ku dihat zanîn ku zarokên keç di temenê 9 û yên kur jî di temenê 15 salî de çî sucê bikin jê tên sucdarkirin û ew suc tên pejirandin…


‘Cezayê Zarokên keç ji 9 salî û yên kur jî ji 15 salî despêdikin’


Çima cezayê keçan 9 salî û yê kuran jî 15 salî tên pejirandin? Li vêderê rewşek dijî jinan heye. Lig arî wan di pirtûkên wan yên olî de di aliyê aqil û ol de kêmin. Lig ora Quranê jî keç lig ora kuran nîvî ji mîrasê malbata xwe digire. Di aliyê şahidiyê de jî yê mêran yek tê pejirandin, lê yê jinan divê du jin bin heta şahid bên pejirandin û ‘beşê jinan’ weke rêvebir nayên pejirandin… Lê dema mijar ceza be keç di 9 saliyê de tên cezakirin.


Ji ber Sakîne jin bû hat dardekirin


Sakîne Muhammedi Aştiyanî bi hinceta zina kiriye hat girtin û bi cezayê dardekirinê hat gunehbar kirkirin. Bi awateykî veşartî navê wê derket derve û di kovarek înglîzi ya bi navê Guardian de di derbarê wê de agahî hatin weşandin. Di wê kovarê de agahiyên wiha hene. Rêveberiya Taranê jêre gotiye: “Ji ber tu jinê emê te darvebikin.” Sakîne bi xwe jî diyar kiriye ku rêveberiya Tahranê di derbarê wê de derew kirine û bi wan derewan wê sucdar dikin û wiha dibêje: “Ez ji cezayê zinayê hatim sucdar kirin, lê sucê min ji yên cînayet kirine mezintir kirin. Mêrê ku hevserê min kuşt bi dardekirinê nehat sucdar kirin.” Sakîne dabû zanîn ku rêveberiya Îranê bi derewan raya gişti ya cîhanê mijul dike û dê di demekê de bi dizî wê darve bikin.


‘Li gora wan zina ji cînayetan sucek mezintire’


Sakîne Aştiyanî anî ziman ku mêrê cînayet kiriye nayê cezakirin, lê wê li sêdarê didin û wiha got: “Sedem gelek hêsane. Ji ber ez jinekim. Ew difikirin kul i vî welatî çî bixwazin dikarin bi jinan bikin. Li gorî wan sucê zinayê ji yê cînayetan zêdetire. Lê zina jî hemû yek nîne. Dema ku mêrek zinayê bikin dibe ku negirin girtîgihê jî. Lê dema ku hema suc jinek dike weke ku dawiya dunyayêye. Di vî welatî de mafê jinan yê ji hevserê xwe cuda bibin jî tunene.”


‘Bila mil li ber çavê lawê min ne recimînin’


Di dadgihê de dema ku cezayê Sakîne hatî erêkirin, dê bi recimê (bi beran li wê bidin û wiha bikujin) wateya wê ne zanî. Dema ku vegeriya gel hevalên xwe yên girtîgihê ji wan hînbû ku wateya recim çiye û cezayê wê çiye. Wê daxwazek wiha kiribû “Min li ber çavê lawê min recim nekin.”


Derê zanîngihan li jinan girtiye


Ji ber kêmbûna rêjeya zewac û welidandinê tenê cihek yê civaki yê jinan zanîngeh hebû derê wê jî li jinan hat giratin. Li tevahiya Îranê 77 lîsansên ji beşên weke fîzîk, elektîrîk, nûkluer û endurstirî pêktên jin ji hemû lîsansan bê  par mane. Ev rewşa îranê carnan bû sedemê bilindbûna bertekan. Li gel hemû bertekan jî îranê gavek ne avêt, di vê rewşê de gelo gengaze ku mirov li îranê qala mafê jinan bike?


Li îranê temenê zewacê 13 ye


Li Îranê temenê zewacê 13 saliye û divê zewac jî bi biryara bav yan jî ji silala bav kalik yan jî yek ji wanbe. Heger bavek bi xwaze dikare bi biryara dadgihê keça xwe ya 13 salî bide kalek 70 salî. Dema ku jin zewicî ji hemû mafên xwe yên weke bijartin, hilbijartin, derketina derveyî welat û wekedinê bêpar dimîne. Cihê karê hevserê wan li kube ew jî neçar dibin li wê bi cîh bibin. Mêrek dikare li gel 4 jinan bizewice. Dema ku jinek bixwaze li gel mêrekîdinê têkilî derxe cezayê wê recimandine!


20 hezar zarok nasnameyê nagirin


Bêyî destûra Serokwezîr jinek nikare bi mêrek biyanî re bizewice. Zagon ji bo rewşek wiha ya mêran jî pêdivî bi pirsyar kirinê jî nabînin. Dema ku jinek îranî bi mêrek biyanî re bizewice ji hemwelatîbûna îranê tê avêtin. Zarokên wan lig ora bavê xwe tên diyar kirin. Dema ku bav Avgan û dayîk îranî be zarok Avganî tên hesibandin. Mafê wan zarokan yê li îranê jiyankirinê nîne. Lig ora texmînan 20 hezar ji ber vê sedemê nikarin nasnameya xwe bigirin. Lig ora zagonan berdan mafê mêrane û kengê bixwazin dikarin hevsera xwe berdin. Dema ku jin bixwazin ji hevserê xwe bên berdan divê yan hevserê wan di girtîgihê debin yan jî hinek şahidnên wan û sedemên jin didin diyar kirin hebin. Dema ku jin bên berdan hemû malê cîhazê wan ji hevserê wan re dimînin. Heta masrefa dadgihê jî li ser jinane.


Jin weke serwerê zarokên xwe nayên dîtin


Lig ora zagonên îranê tucarî jinek nikar bibe serwerê zarokên xwe. Heger destura hevserê wê nebe nikar zaroka xwe bibe nexweşxanê. Di derbarê pêşeroja zarokên xwe de ne xwedî biryarin. Di banqeyan de nikarin bi navê xwe û zarokên xwe hesaban vekin. Dema ku bêyî îmzaya hevserê xwe malekê bigire hevserê wan dikarin wan malan bifiroşin. Zarok nikarin sudê ji sîgorteya diya xwe bifirin.


Dikarin cezayê dardekirinê bidin zarokek 9 salî


Lig ora zagonan zarokên keç 9 salî û yên kur jî 14 salî dikarin reşit bibin. Dikarin cezayê dardekirinê bidin zarokek keç ya 9 salî. Canê jinan bi qasî nîvê mêrane. Heger mêrek mêrek dinê li gel hevsera xwe bibîne dikare hevsera xwe bikuje û neyê ceza kirin. Li Îranê ji sedî 20 cînayetên jinan ji ber namusêne. Lig ora lêkolînekê ji sedî 90 jinên bi navê namusê tên qetilkirin jî li ser şupeyan tên qetilkirin.


Zarokên kur ji yên keç du qat zêdetir mîras digirin


Li Îranê dema ku hem dayîk û hem bavê zarokan darde dikin du qatî mîras didin zarokên kur yekê didin keçan. Jin nikarin mîrasê hevserê xwe bigirin, ew li gorî zagonan dibe malê dewletê.


‘Mafê jinan yê şahidiyê nîne’


Li Îranê mafê jinan yê şahidiyê nîe. Mêrek dikare şahidiyê bihe, lê heman şahidî du jin enceq dikarin bikin. Jin nikarin bibin Serokomar. Baweriya jinan çî dibe bila bibe divê çarçavan wergirin. Jinên bê çarçav tên cezakirin û dikevin girtîgihan.


Li Îranê tekoşîna jinan ya mafê wan


Li hemberî van bêmafiyan di sala 2005’an de jinan çalakiyek mezin kirin. Di sala 2006’an de jî hema çalakî kirin û di wê de polîsan mudaxele kirin 70 jin girtin binçavan. Piştî wê jî jinan ji bo mafê xwe milyonek mîza komkirin. Kampanya li gel hemû qedexeyan jî rastî eleqeyek mezin hat û xelata Sîmone De Beauvoir ya 2009’an girt. Bi zorê jinan weke cinsê duyem nîşan didin. Jin li gel hemû şidet û tundiyan jî riya tekoşîna girtina mafê xwe berdewam dikin.


SIBÊ: Jinên li îranê hatine dardekirin


 (zt)