Mafê gel heye ku xwe biparêze
15:02
Derya CEYLAN-Berîtan ELYAKUT / JINHA
AMED - Bi hezaran salaye jin rastî hişmendiya zilam a serdest û qirkirinê tên. Hin deman bîr û bawerî, dab û nêrît û nasnameyên cuda di tundiya li ser jinê hatin bikar anîn , lê rêbaza herî ku xwe di tund û tujiya li hemberî jinê meşrû dike kirûya ole. Kirûya ol di Rojhilata Navên de ji ber ku hatiye bi karanîn, hiştiye ku bibe sedama taciz, tecawîz û konkujiyên jinan bê meşrû kirin.
Hevşaredara BDP’a Hezro ya Amedê Guler Dogu Ozavci der barê vê yekê de axivî û diyar kir ku di bin navê Îslamiyetê de, îstîsmara ku tê meşandin ji aliyê Xuda ve nayê qebûl kirin.
Guler anî ziman ku li gorî ayetên ku di Quranê de cih digrin, tê xuya kirin ku li hemberî îstîsmarê mafê gel heye ku xwe biparêze û wiha got: “Weke ku tê zanîn li Rojhilata Navîn krîzeke şer a mezin heye û komkujiyên pir mezin tên jiyîn. Cardin li ser jinan îstîsmareke cîdî mijara gotinê ye. Li ser ayetan tê xwestin ku hemû îstîsmar, tundî, mirin û komkujiyên li ser jinan bên meşrû kirin û tên meşrû kirin jî. Pêkanîn li ser jinan ên li Îran, Misir, Iraq û Tirkiyeyê, ne li gorî pêkanîn çewherî yên Îslamiyetê ne. Di bin navê zayendiyê de li ser jinan hemû awayên tundiyê bi rêya ol tên meşrû kirin. Bi vî awayî netewperestiyeke mezin tê kirin.”
Berdevka Platforma Jinan a Paytex û akademîsyen Berrîn Sonmez jî da zanîn ku ji kîjan bawerî û bîrdoziyê dibe bila bibe, divê jin bi awayekê hevpar tevbigerin û wiha axivî: “Divê li her qadî û her cihî jin gotinên xwe bêjin û têkoşîna xwe bi vî awayî bidin meşandin.”
(aw)

