‘Dema ku destê jinê cihek bikeve li vir xweşiktiyek derdikeve holê’

11:43

Mizgîn Tabu/JINHA


AMED – Rûken li Amedê kafeyek dide şixulandin. Li gorî Rûkenê dema ku destê jinê cihek bikeve li vir xweşiktiyek derdikeve holê. Rûken, da zanîn ku tişta herî girîng têkoşîn û sekn jinê ye û divê jin di têkoşîna jiyanê de bibîryar be.


Li dijî rolên cinsiyeta civakê serî rakir… Bi eslê xwe Mêrdînê ye, 32 saliyê û dayika 3 zarokan e Rûken Pekdogan. Rûken 15 sale dawet kiriye.  Heta 2 sal berê jî wekî bi milyonan jinên din li malê bû, zarokan xwe dikir û karê malê dikir. Wekî jinên din rolêk ji bo wê hatibû dayîn û dayik bû, her wiha keda ku li malê dida jî nedihat dîtin.


Hewldana Rûkenê


Li gorî Rûkenê dema ku destê jinê cihek bikeve li vir xwaşiktiyek derdikeve holê û Rûken dest bi vî karî kir. Rûken li Amedê kafeyek dide şixulandin. Di serî de hevserê wê dest bi vî karî kir, lê piştî demek Rûken dît ku vî karî nikarin birêvebibin, ket nav hewldanan.


Rûken, da zanîn ku divê jin dev jî fikarên xwe berde û dema jin xwe ji fikaran dûr bixe dê bêtir serkeftî be. Rûken, di axaftina xwe de bal kişand ser karê xwe yên rojane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez kafê wekî mala xwe dibînim û kiriyaran jî wekî mêvan dibînim. Xebata li kafê wekî xwebatên li qadên din zehmet e. Em her tim li ber çava ne. Ji bo xebateke bi vî rengî wêrektî hewceye.”


Li hemberî feraseta mêr…


Rûken, destnîşan kir ku dema kiryar hemû mêr bin kar bêtir zehmet dibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kiryarên mêr wekî her car jinê biçûk dibine û wisa nêzê xebatkarên jin dibe. Bi her cûreyê jinê tacîz dike. Di serî de li hemberî garsonên jin û xebatkarên jin ev nêzîkatî pir zêde bû. Hin xebatkar ji ber vê nêzîkatiyê dev jî kar berdan. Gelek caran jî xebatkarên jin guh nedan nêzîkatiyên bi vî rengî. Li gorî kiryarên mêr, jin nikarin kafeyek bişixûlinîn û garsontiyê bikin.”


Ligel hemû zor zehmetiyan Rûken têkoşîna xwe domand. Rûken, di serî de li hemberî derdor û xizmên xwe têkoşîn da. Ji ber ku Rûken dayika 3 zarokan bû, kebaniya malê bû. Lê bi helwesta Rûkenê nêrîn û nêzîkatiya derdorê guherî.


‘Divê sekna jinê zelatir be’


Rûken di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û daxuyand ku li hemberî nêzîkatiya zîhniyeta serdest a mêr divê sekna jinê zelaltir be. Rûken, wiha got: “Jin nê tenê li cihên kar, li kolanê, li malê, li dibistanê û hwd. rastî tacîzê tên. Lê tişta herî girîng têkoşîn û sekn jinê ye û divê jin di têkoşîna jiyanê de bibîryar be. Li herêmê gelek jin hene ku divê debara mala xwe bike, dema jin xwe bi bawer be dikare her tiştî bike.”


 (mt/la)