Li hemberî şidetê serî netewand û bi serket di jiyanê de

08:31

Seren Sezer/JINHA


WAN- Sabahat Duşun ya ku li Wanê dijî û ji bo gelek kesan bûyî nimûne, ji ber ji hevserê xwe şidet didît berî niha 10 salan jê cudabûye. Sabahat girêdayî rewşa xwe axivî û got: “Min mirin daberçavê xwe û bi 7 zarokên xwe re ji malê cudabûm. Di loqunteya ku têde dixebitîm de ji aliyê hevserê xwe ve rastî êrîşa bi kêran hatim. Lê min dest ji tekoşîna xwe berneda. Ez di gelek karan de xebirîm û min tekoşîna jiyanê da. Ez muhtacî kesê nebûm heta îro hatim.”


Weke di tevahiya cîhanê de heyî di Tirkiyê de jî nava malbatê de şideta ser jinan didome. Jin li hemberî vê pirsgirêka civakiya cidî bi tekoşîna jiyanê didin. Din ava malê de şideta ser jinan di sedsala 21’emîn de jî di aliyê aborî, civakî û erdnîgarî de tu sînoran nasnake û bi hemû hêza xwe berdewam dike. Yek ji wan jinan jî dayîka 7 zarokan ya li taxa Xaçorta Wanê dijî Sabahat Duşun e… Ev 10 salin ji hevserê xwe cuda dijî û bi tena serê xwe li zarokên xwe dinêre. Bi salane Sabahat di cihên cuda yên kar de dixebite û 5 zarokên xwe dide xwendin. Di temenek biçuk de bi mêrek pir ji xwe mezintir re zewiciye. Hem jî bi serhewî çuye. Sabahat qala zoriyên xwe û bi kîjan derfetan heya roja îro hatiye dike.


‘Min mirin da berçavên xwe û ji malê derketim’


Sabahat diyar kir k udi temenek biçuk de bi mêrek gelek ji xwe mezintir re zewiciye û gelek şidet dîtiye. Sabahat da zanîn ku wê her 7 zarokên xwe girtiye û ji malê derketiye. Sabahat anî ziman ku dema ji malê derketiye salekê bi tirsa mirinê jiyan kiriye û wiha got: “Li gel me hevberdan nîne. Edete kes nikare hev berdin. Dema ku jinek bi gelenik kete malekê tenê dikare bi kefen ji wê malê derkeve. Dema ku ez ji malê derketim min mirin da ber çavên xwe. Tuştek bê ferqkirin nîne ji xwe bi demê re ez mirime. Ez carekedinê li wê malê venegeriyam. Li gel ku hevserê min gelek dewlemendbû jî lê min tucarî di aliyê peran de nehêla alîkariya wî ji bom e bibe.”


‘Ez ji aliyê hevserê xwe ve rastî êrîşa kêran hatim’


Sabahat wiha axivî: “Ji bo pêşerojek baş pêşkêşî zarokên xwe bikim di loqunteyekê de xebitîm. Hevserê min li wê bi kêran êrîşî ser min kir.” Sabahat bilêv kir ku ew bi saya Komeleya Jinan ya Wanê li ser lingê xwe maye û wiha domand: “Diyamin ditirsa hevserê min tiştekê bîne serê min û Zarokên min li kolanana bimînin. Ji ber wê ne dixwest ez bixebitim. Tenê birayek yê min alîkarî da min. Ewî dizanî çî bi serê min hat alîkarî dida min. Lê diya min her dem li hemberî derdiket. Diya min di got: ‘Zarokên wî bive bide wî û were.’ Lê min nekarî ez ji zarokên xwe dur bijîm. Ew mêrik nexweşê derunîbû dikarî zarokên min bikuje. Min pere komkir û despêkê hinek erd girt. Bi qasî dihat xwestin ez bi baldarî nêzî pereyan dibûm. Paşê jî ev mala ku niha têdeme min çêkir. Herî kêm nalek ya min heye. Min xwe mehtacî kesê nekiriye heta roja îro.”


Bêyî ku xwe hewceyî kesê bikim bi salan xebitîm’


Sabahat diyar kir ku dema nû ji hevserê xwe cudabûye demdirêj di malek kirê ya yek ode de tevî zarokên xwe jiyankiriye û wiha pêdeçu: “Gelek caran zarokên min bê unlik diçun dibistanê. Wê demê min serî li Komeleya Jinan ya Wanê da. Palê çum lokonteyê de xebitîm. Di heman demê de diçum paqijiya malan û muhtacî kesê nebûm.” Sabahat anî ziman ku ew bi salan xebitiye hem zarokên xwe daye xwendin û hem jî erd girtiye bi muçeyê xwe û wiha berdewam kir: “Heger min zanîbana ezê wiha karim ser lingê xwe rawestim, ezê zude ji wê malê derketibama. Min û zarokên xwe bi salan di wê malê de êş kişand. Dema em derketin jî li gel hemû zoriyên madî cardin me jiyanek ji ya di wê malê de baştir derbaskir. Niha rewşa me gelek başe.”


‘Em karkerên teşeronin û berhemê keda xwe nagirin’


Sabahat da zanîn ku ew niha di yurda keçan de dixebite. Sabahat destnîşan kir ku şertên xebata wan gelek zore. Sabahat bilêvkiri ku ew weke karkerên taşaron dixebitin û wiha axivî: “Em weke karkerên taşaron dixwazin teşeronî rabe. Wêdemê dê baştir û zurtir muçeyê me bigihe destê me. Ji her aliyî vel i me dixin. Ji ber fatoreyên ceyîranê û wekedinê serê mehê nayê em muçeyê xwe bigirin. Em pir tiştekê naxwazin tenê berhemê keda xwe dixwazin.”


 (zt)