Gotinên 'hun nikarin' çon çope …
09:12
Nurcan YALÇIN-Derya CEYLAN / JINHA
AMED – Helîme Yazar dikana nanê sêlê vekiriye û bi wê debara xwe dike. Helîme girêdayî jiyana xwe ya kar got: “Bi salan hişmendiya mêran bi gotinên weke ‘hun nikarin bikin’ pêşiya me girtine. Emê êdî neyên lîstokên wan û gotinên wan yên weke hun nikarin bikin diçe çopê. Ji ber herdemî mêr bi aboriya di destê xwe de çavê jinan ditirsînin. Heger derfet bê dayîna jinan ez bawerim ku dê karên gelek xweş pêşbikeve.”
Helîme Yazar ya dayîka 3 zarokane li Kervan Saraye Amedê dikanek biçuk ya nanê sêlê vekiriye û bi wê jiyana xwe berdewam dike. Helîme bû mînakek li hemberî hişmendiya dibêje “hun nikarin bikin” û di karê xwe de serkeftin bidest xist. Helîme dazanîn ku ji bo jin ne xebitin û ji malan dernekevin li pêşiya wan dibin asteng û wiha got: “Mêr ji aboriya di destê jinan de ditirsin. Ji ber wê jî bi salan jin dibin fikira bêçaretiyê de hêlane. Divê jin neyên van lîstokan û hema beşdarî kar bibin.”
‘Divê jin despêkê ji bo xwe bixebitin’
Helîme destnîşan kir ku divê despêkê jin ji bo aboriya xwe kar bikin û wiha domand: “Min bêguman dixwest alîkariyê bidim aboriya mala xwe. Lê divê despêkê jin ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe bikarin din ava jiyan kar de cihê xwe bigirin. Dibe ku ji bo gelê herêmê ev rewş pir tuştekê îfade neke. Ez jî her çiqasî di aliyê aboriyê de xwe li ser lingan bigirim û malekê jî bi rêve bibim. Hevserê min jî dixebite lê jiyan gelek giraniye. Ji ber wê jî di despêka xwebatên min de armanca min hebûna malekê bû. Lig ora min bi aboriya ku jinek ji mêrekê digire nikare jiyan bike. Jinên ku rewşa wan ya aborî baş jî divê xwe tevlî jiyana kar bikin.”
‘Êdî dema ji cihekê despêkirinê hatiye’
Helîme derbirî ku ew du salan tevlî qursa EPÎDEM’ê ya hewilê bûye û wiha berdewam kir: “Piştî perwerdeya du salan, min ji xwe pirsî ‘çima ez jî hewlekê nedim.’ Ji bo jin beşdarî hewla bibin divê ji cihekê despêbikin. Niha xebata nanê sêlê dikim. Paşê dikarim vî karê xwe vegerînim şêweyekdinê. Berî niha du mehan li Kervan Sarayê min dikanek kirê kir û dest bi çêkirina nanê sêlê kir. Welatî eleqeyek mezin nîşanî nanê min didin. Deskeftiyê min jî başe. Li vêderê xebata jinan herî zêde diya wan kêfxweş dike.”
‘Nanê sêlê ji bom in êdî bûye pîşeyek’
Helîme anî ziman ku berê ew qet nefikirîbû ku dê rojekê nanê sêlê ji bo wê bibe pîşeyek û wiha pêde çu: “Nanê sêlê yê ku bi salan min di mal de çêdikir min ne dizanî dê rojekê ji bom in bibe pîşe. Niha dema kul i demboriya xwe dinêrim dikenim. Bila jin her dem hewlbidin. Di mal de runiştin bikêrî tuştekê nayê. Divê jin li hemberî polîtîkaye di mal de girtinê ji hev re bibin alîkar û tevlî jiyana kar bibin.”
‘Ez bertekên gelek baş digirim’
Helîme bilêv kir ku ji bo jin ji malan derkevin bila serî li saziyên jinan bidin û wiha axivî: “Ez karê xwe gelek hes dikim. Heger derfet hebe ez di wê beweriyê deme dê hemû jin bixebitin. Ez ji kar gelek hesdikim.”
(zt)

