‘Di cewherê îslamê de ferqa tu gelan û tu zayendan nîne’

09:33

JINHA


AMED – Bi pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê Kongreya Îslama Demokratîk hat li darxistin. Jig elek aliyan delege beşdarî kongireyêbûn. Ji Herêma Federala Kurdistanê Oldarên jin ên ku beşdarî kongireyê bûn gotin: “Em gelek sipasiyên xwe ji bo Birêz Abdullah Ocalan yê ku bûyî wesîleya vê kongireyê dikîn. Di vê kongireyê de cewherê îslama rast derdikeve holê. Ruyê serdestên ku ol lig ora berjewendiyên xwe dixebitînin baş derdikeve holê.”


Di navbera 10 û 11’ê Gulanê de bi pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê Kongreya Îslama Demokratîk hat li darxistin. Di Kongreyê de her aliyê welat delege beşdar bûn. Di çarçoveya peymana medîne ya dema despêka derketina îslamê û niha kantonên Rojava de gelek nîqaş hatinkirin. Her wiha gelek jinên oldar jî beşdarbûn. Di kongireyê de nîqaşên weke li gorî rastiya ol jin û niha bi awayê serdest bi kar tînin çawa cîh dane jinan jî bi berfirehî hatin nirxandin. Jinên ji Herêma Federala Kurdistanê hatin jî wiha gotin: “Serdestên ku ol lig ora berjewendiyên xwe bi kartînin ji xwe ne îslamin. Divê kes bawerî bi wan neyîne. Ji ber Pêxember di ayatekê de dibêje yên ku ol lig ora berjewendiyên xwe bi kar tînin ew şeyîtanin û tu peyîwendiya wan bi ol re nîne.”


‘Li hemberî kurdan îslamek êrîşkar bi kar tînin’


Rojnamevan Kelsum Huseyîn  jî Ji Herêma Federala Kurdistanê beşdarî kongreyê bû. Kelsum diyar kir ku ew di sala 2013’an de  endama Partiya Çareseriya Demokraîka Kurdistanê PÇDK’ê bû. Kelsum da zanîn ku ew li bendêne dê piştî vê kongireyê di aliyê naskirina îslama rast de gavên giring binê avêtin û wiha domand: “Di serî de ez gelek şanazim ku beşdarî vê kongireyê bûme. Ez gelek sipasiyên xwe ji bo Birêz Abdullah Ocalan dişînim ku kariye hemû oldaran li cihekî wiha de kombike û em li vêderê nêrînên xwe bînin ziman. Di bêjin îslama demokrat. Lê  ji bo kurdan heman îslama demokrat naxwazin. Li hemberî kurdan îslamekî êrîşkar bi kar anîne. Her dem dewletên cîranên me îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Kurd her dem bi temîzî nêzî îslamê dibin. Welatên cîranên me jî tên bi navê îslamê siyaseta xwe li ser kurdan didin birêvebirin.”


‘Li çar aliyên Kurdistanê enfalan dikin’


Kelsum anî ziman ku serdestan li çar aliyên Kurdistanê kurd di qirkirinan re derbaskirine û wiha berdewam kir: “Enfal di Quranê de weke kafir tê bi navkirin. Lig ora serdestan em kafirin û ew tên me enfal dikin. Weke em hemû dizanin li Başurê Kurdistanê 182 hezar mirovên sivîl enfal kirin. Niha jî li Rojava heman enfalê dikin. Qirkirinê li ser wan dikin. Komên çete weke xenîmetên şer nêzî welatiyên Rojava û tayîtebî jî nêzî jinan dibin. Li Îranê jî bi navê îslamê kurdan li sêdarê didin. Weke ku kurd şerê xuda dikin dibînin. Li Bakurd jî heman şêwe çewisandin heye. Lê di rastiya xwe de yên ku herî pak û paqij bi îslamê ve hatine girêdan em kurdin. Serdest û mêtînger jî ewin yên me bi navê kafir qetil dikin.”


‘Li Rojava di jiyanê de karbeşî’


Kelsum destnîşan kir ku ew bi xwe çuye Rojava û li wê gelek jiyanek demokratîk dîtiye û got: “Bêguman gelek baweriya min bi kantonên Rojava heye. Weke rojnamevanek ez çum Rojava min dît tu ferq navbera tu gelan de nîne. Her kes dikarin tevlî hemû karan bibin.” Kelsum balkişand ser rewşa jinan din ava şoreşa Rojavade û wiha got: “ Li wê jin jî weke mêran di hemû karan de hevbeşin. Ferq ne navbera zayendan ne jî navbera gelan de nîne. Ji ber wê jî baweriya min heta dawiyê bi serkeftina wan heye. Li wê mirov dikare jiyanek hevbeş û demokratîk bibîne.


‘Di rastiya îslamê de jin û mêr wekhavin’


Kelsum anî ziman ku divê îslama rast bê pêşxistin ji bo herkes bizanin serdest çawan ol lig ora xwe bi kartînin û wiha domand: “Em dixwazin îslama rast bê pêşxistin. Yên ku bi navê îslamê kiriyên dermirovane lig ora berjewendiyên xwe dikin ew ji xwe ne îslame. Di rastiya îslamê de dema ku mirovek suc dike lig ora zayendan nêznebe û cezayê jinan zêdetir nekin. Lig ora îslamê divê weke hev bên darezandin. Lê niha serdest lig ora xwe nêzdibin dilê wan çawan dixwazin wiha bi kar tînin. Bi tayîbetî jî li îranê cudahiyek mezin navbera darezandina jin û mêran de heye. Pêxembar jî di ayatekê de diyar kiriye ku heger hinek ol lig ora berjewendiyên xwe bi xwebitînin ew şeyîtanin. Niha ewên wiha dikin hevalê şeyîtanin. Ji ber kengê dixwazin lig ora berjewendiyên xwe dixebitînin. Em hêvîdarin dê pirştî vê kongireyê û nîqaşên li vêderê hatine kirin dê bibe wesîleyek ji bo derxistina cewherê îslama rast. Ji bo ku her kes bizanin û bibînin deshilat çawan li gora xwe şêweyek cuda dane ol.”


‘Îslama rast cudahiyê naxe nava gelan û zayendan’


Mamosta Evîn Îbrahîm jî  ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê beşdarî kongereyêbû. Evîn jî balkişand ser giringiya kongreyê û wiha berdewam kir: “Ji bo min ev kongire gelek giringe. Ji ber em li vêderê îslama pak hîndibin. Em dibînin di kîjan aliyan de kê çawa îslam lig ora berjewendiyên xwe dane xebitandin. Îslama rast çawaye yaku serdestan ji bo berjewendiyên xwe bi karanîne çawan ji cewherê êw derxistine. Îslam kirina pergala siyasetê bûye sedem ku gelek navên qirêj pêve bibin. Lê rastî û cewherê wê ne wihaye. Di rastiya wê de ne ferqa tu gelan, ne jî ya tu zayendan heye. Tucarî cudahiyn naxe nava mirovan.”


‘Bi nirxandinan rastî derdikeve holê û rê ji çareseriya pirsgirêkan re tê dîtin’


 Evîn bilêv kir ku ew di heman demê de vê kombûnê weke dîtin û naskirina çanda hev jî dibînin û wiha dewamî da axaftina xwe: “Di heman demê de em li cihekî weke Amedê kombûn û em hînî çand û jiyana hev dibin. Em di vê kongireyê de hînî çareserkirina pirsgirêkan bi riya nîqaşkirinan bûn. Ez vê kombûna me ya li vêderê di gelek aliyan de giring dibînim. Ji ber kombûn û bi hev re nîqaşkirin di her aliyên civakî de giringe. Ji bo vê kombûna ez silavên xweyên bê dawî ji bo Birêz Abdullah Ocalan yêku bûyî wesîleya vê kombûna me dişînim.”


(zt)