'Em dest bidin hev û bi hev re Serokatiya xwe azad bikin'
10:40
Gulşen Koçuk - Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat ve hatî despêkirin bi hemû leza xwe li hemû navendên herêmê berdwam dike. Li Amedê jî bernameya çalakiyan hat diyarkirin. Girêdayî bernameya kampanyayê ya Amedê ji Meclisa Jinên BDP’ê Zekiye Guler axivî û got: “Pêvajoya kampanyeya me dirêje. Lê azadiya Serokatiya me nêze. Emê bi gel re dest dibin hev û Serokatiya xwe azad bikin.”
Kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve hatî despêkirin bi hemû leza xwe li hemû navendên herêmê berdwam dike. Di 25’ê Nîsanê de li Amedê sitarta wê hatibû dayîn. Li Amedê jî amadekariyên çalakiym ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên kirin. Jinên ku amadekariya çalakiyan dikin bernameya çalakiyn xwe yên du mehan diyar kirin. Girêdayî bernameya kampanyayê ya Amedê ji Meclisa Jinên BDP’ê Zekiye Guler diyar kir ku wan bernameya çalakiyên xwe ji 21’ê gulanê heta 19’ê hezîranê amade kirine.
Ji 21’ê gulanê heta 19’ê hezîranê dê di çalakiyan debin
Endma Meclisa Jinên BDP’ê Zekiye Guler di despêkê de bûyera Soma yê bi tundî şermezar kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest. Zekiye girêdayî kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” ya ku ji aliyê DOKH’ê ve hat despêkirin û starta wê di 25’ê Nîsanê de hat dayîn axivî. Zekiye da zanîn ku heta azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Zekiye destnîşan kir ku wan li 17 navçeyên Amedê komusyonên xwe avakirine. Zekiye derbirî ku dê tura yekem ya kampanyeyê di 21’ê Gulanê de despêbike. Zekiye bilêv kir ku kampanyeya wan bê dem dê berdewam bike, wan niha bernameya çalakiyên xwe yên heta 19’ê hezîranê diyar kirine. Zekiye diyar kir ku dê roja 19 hezîranê bi tevlîbûna sedhezaran welatiyan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mitînegkê li Meyîdana Îstasyonê li dar bixin.
‘Azadiya Serokatiya me nêze’
Zekiye got: “Armanca me em tu deriyan nehêlin lênexistî.” Zekiye kampanya îmzayan ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin û heta niha 700 hezar îmza hatî berhev kirin bibîr xist û bilêv kir ku kampanye ya wan jî berdewama wê kampanyayêye û wiha berdewam kir: “Ji bo kesên ku Serokatiya me nasnekirî nemînin emê li hemû deriyan bixin.” Zekiye anî ziman ku hemû komusyonên wan bi koordunelî dixebitin. Zekiye banga xwedîderketina kampanyayê kir û wiha domand: “Pêvajoya kampanyeya me dirêje. Lê azadiya Serokatiya me nêze. Emê bi gel re dest dibin hev û Serokatiya xwe azad bikin.”
Zekiye bernameya çalakiyên wan wiha da rêzê:
21 Gulan: Li Çinarê (meşa bi meşale)
23 Gulan: Li Amedê (meşa jinan)
25 Gulan: Li Erganiyê (meşîa bi meşale)
27 Gulan: Li Lice yê (meşa bi meşale)
28 Gulan: Li Bismil ê (meşa bi meşale)
19 Haziran: Li Amedê (miting)
(zt)

