TUIk: 247 karkerên madenê yên bêkarin temenê wan di navbera 15-19 salan de ne
12:42
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- li gorî pîvanên Saziya Kar ya Tirkiyeyê 6 hezar û 888 xebatkarên madenê li ben de karin. Ji karkeran 247'ê wan di temenê 15-19'ân de ne.
Li gorî Saziya istatistîkên Tirkiyê(TUIK), 247 xebatkarên madenê li ben de karin. Li gorî hêjmarên 2013'an 245 zarokên xebatkar ji İŞKUR'ê hevîya kar dike. Demeke ku hemû Tirkiye li ser kedkarên ku jiyana xwe li Soma ji dest dayi digirî de TUÎKê duh hejmara bêkariyê eşkere kir. Di sibat 2014'ân de bêkarî ji sedî 10,2 ye. Di sibat 2014'an de 2 milyon û 825 hezar kes bêkar e. Xeynî çotkariyê bêkarî ji sedî 12,1 e.
Di Sibatê de 126 hezar xebatkarên madenê dîsa di madenê de bicih bûne. Di istihdama sanayî de ji sedî 2,35 xebatkarên madenê ne. Di 2 salên dawiyê de 10 hezar karkerên madenê zêde bûne. Li gorî İŞKUR'ê kesên ku ji bo xebata madenê ser lêdan kirine 6 hezar û 888 kesin. Di hêjmarêde xala baldar 247 serlêdan di temenên 15-19'an de ne. Di 2013'an de 245 zarokan serî li İŞKUR'ê daye ku di madenê de bixebite TUİK'ê duh bi daxwuyaniyê revizyona ku goman dibû eşkere kir. TUİK'ê piştî revizyonê bêkarîê gilove 0.5-1 kêmtir kir. Di meha Sibatê de di bazara istihdamê de di kada avahî û sanayê de baş bûn pêşketiye.
(ag)

