Li Sudan ê ji bo jina bi hinceta olê xwe guhertiye cezayê îdamê!

13:19

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dadgiha Sudanê Meryem Yahya Îbrahîm Îshak ya ku bi xiristiyanekê re zewiciye û 8 mehe ducaniye, bi hinceta olê xwe guherandiye hat dardekirin. Di runiştina dozê de Meryem axivî û got: “Ez xiristiyenim û min tucarî olê xwe ne guherandiye.


Meryem Yahya Îbrahîm Îshak ya kul i Sudanê dijî diyar kir ku ew ji xwe xisistiyane ne musilmane. Meryem bi mêrek xiristiyan re zewiciye û 8 mehe ducaniye. Bi hinceta Meryem misimane bûye xiristiyan hat dardekirin. Hinek rêveberên welatên Rojava û parêzvanên mafê mirovan banga hilbijartina jinan ya ol kirin. Li gorî hinek medyayên herêmî heta piştî welidandinê du mehan dê darde nekin. Lig ora darazê yekî misilman bi yekî xiristiyan re bizewice tê wateya zina kiriye û bi 100 kirbacan tê ceza kirin. Hat zanîn ku beriya dadgihê zanayek yê olî nêzî nîv saetê bi Meryem adi nava qefesa hesin de re axiviye. Di dema dedgihê de Meryem mafê gotinê girt û got: “Ez xiristiyanekim û tucarî min olî xwe ne guherandiye.”


Meryem bi guherîna ol hat sucdar kirin


Lig ora Amnesty Interational Rêxistina Afoya Navnetewî jî diyar kirî Meryem bi xwe xiristiyane û dayîka wê wê weke Ortadoks gihandiye. Bavê Meryem jî misilmane û ew ji dema zaroktiyê de li gel bavê xwe dijî. Heyeta dadgihê navê wê weke musilman Adref el – Hadî Muhammed Abdullah da nasîn. Di Tebaxa 2013’an de Meryem bi sucê zinayê hat girtin. Lê Meryem di sibatê de da zanîn ku ew ne musilmane, ew xiristiyane û bi guherîna ol tê sucdar kirin.


 (zt)